Ji ber tesîsa Cengîz Holdîngê bang: Em ê destûrê nedin talanê

  • 16:50 11 Nîsan 2026
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Li dijî texrîbata ekolojîk a ku Etî-Bakir girêdayî Cengîz Holdîngê li Şemrexê pêk aniye bertek hate nîşandan û hat diyarkirin ku gel dê destûrê nede avakirina tesîsên nû.
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, der barê texrîbata ekolojîk a ku Etî-Bakir A.Ş. a girêdayî Cengîz Holdîngê li Şemrexê pêk aniye de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li gundê Têznê hat dayîn û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî beşdar bûn.
 
Girseya ku li qada gund hatin cem hev, bi pankarta "Em ê li hemberî Etî-Bakirê xwezaya xwe, axa xwe û ava xwe biparêzin" ve heta ber tesîsa Etî-Bakirê meşiyan. Di meşê de dowîzên "Jiyanê biparêze", "Zeviyên çandiniyê ne qada rantê ne" û "Dest nede ava min" hatin hilgirtin. Di meşê de bi domdarî "Xweza jiyan e, jiyanê nekujê", "Cengîz talan e, dijminê dera herane" hatin berzkirin.
 
Piştî meşê li ber tesîsa Etî-Bakirê daxuyanî hat dayîn. Metna hevpar ji aliyê endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr ve hat xwendin. Ozdemîr diyar kir ku ew li dijî sê tesîsên nû yên ku dixwazin di nav Etî-Bakirê de ava bikin in û bal kişand ser xetereyên ekolojîk, civakî, aborî û tenduristiya gel. Ozdemîr destnîşan kir ku ev tesîs dê bibin sedema hilweşîna erdnîgariyê.
 
Ozdemîr anî ziman ku gelê Şemrexê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike û ev tişt got: “Gundên herêmê ji sala 2011’an û vir ve bi zexta valakirinê re rû bi rû ne, herî kêm 11 gundên navçeyê rasterast di bin bandora neyînî ya tesîsan de ne. Ger ev her sê tesîsên nû werin çêkirin, dê krîzeke pir giran a avê rû bide. Li gorî pîvandinên DSÎ’yê, asta ava bin erdê di pênc salên dawî de ji sedî 60 kêm bûye. Sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku rojane bi hezaran ton av ji bîrên ku tesîsê vekirine tê kişandin.”
 
 ‘Em ê li ber xwse bidin’
 
Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî wiha axivî: “Cengîz Holdîng bi salan e li vê herêmê polîtîkaya eko-qirkirinê bi rêve dibe. Bi biryarnameyên Serokkomariyê, ji bo tunekirina jiyan û xwezayê hemû derfet pêşkêşî wan hatine kirin. Civakê jehrî dikin û qetil dikin. Avên bin erdê ziwa dikin. Bendavên wan ên taybet hene. Ev pirsgirêka tevahiya herêmê ye. Em axa xwe, mafê xwe yê jiyanê diparêzin. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em dixwazin ji zarokên xwe re hewayeke paqij, xweza û axeke paqij bihêlin. Mîrasa me dê berxwedaneke bi rûmet be.”
 
‘Cengiz Hoding erdnîgarî veguherandiye dojehê’
 
Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku gelê Mêrdînê bi salan e li dijî qirkirina ekolojîk a Etî-Bakirê li ber xwe dide û wiha got: “Ev erdnîgarî wekî bihuştekê ye. Lê Cengîz Holdîng her roj vê bihuştê vediguherîne dojehê. Zarokên me jehrî dibin. Her roj nexweşiya pençeşêrê zêde dibe. Ev tesîs bi serê xwe xetereyek e, nexasim sê tesîsên nû jî dixwazin vekin. Van tesîsan ne ji bo gel, ji bo mezinkirina ranta xwe vedikin. Bila Cengîz Holdîng baş bizanibe ku gel dê destûrê nede van tesîsan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinan de balê dikişîne ser parastina xwezayê û dibêje; ‘Li dijî qetlîam û qirkirina xwezayê, darên xwe, ava xwe biparêzin.’ Em ê axa xwe, ava xwe û darên xwe biparêzin.” 
 
Girseya li wir bi dirûşma “Bijî Serok Apo” axaftina wê birîn. Bêrîtan Guneş Altinê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin tesîsên nû.
 
Daxuyanî bi dirûşma “Xweza jiyan e, jiyanê nekujê” bi dawî bû.