Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinan piştgirî da yekitiya netewî

  • 15:01 8 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da banga rewşenbiran ya ji bo yekitiya netewî. Platformê bang li hemû kesê kir ku bi heman armancê têbikoşin û hate gotin; ‘‘Divê gavên pratîkî bên avêtin û hêzên Pêşmerge di çarçoveya artêşeke niştimanî ya yekgirtî de bibin yek.’’
 
Di 19’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ projeyek netewî bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya netewî ya gelê Kurd hate destpê kirin. Piştigirya ji bo vê pêngavê her roja diçe zêdetir dibe.
 
Divê çarçoveyê de Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da projeya ji bo yekitiya netew^.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
‘‘Di demek ku herêm di gelek guherînên siyasî, nakokiyên herêmî û navneteweyî re derbas dibe, herwiha plansaziya dagirkeran ji bo lewazkirina statûya siyasî û erdnîgariya Kurdistanê û êrişên komên tundrew bo ser axa me berdewamin, hejmarek niştimanperwer û rewşenbîr, ji bo parastina ax, ziman û neteweya me, bang li tevahiya xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî dikin ku di asta berpirsiyariya dîrokî de yekgirtî bin.
 
Rola Kurdan ya li herêmê pir bi nirx û girînge, lê alozî zêdetir ber bi kûrahiya axa Kurdistanê ve diçe û qurbaniyên zêde li pey xwe aniye. Bivî rengî dibe ku di pêşerojê de hemû axa me bibe qada şer. Erk û berpirsiyariya me ji bo parastina destkeftiyên bi dest ketine û gihîştina bi armancên neteweyî, pêdivî bi helwesteke zelal û birêxistinkirî heye.
 
Em wek Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr, piştgiriya wê banga dîrokî dikin. Divê gavên pratîkî bên avêtin û hêzên Pêşmerge di çarçoveya artêşeke niştimanî ya yekgirtî de bibin yek. Em daxwaz dikin ku aliyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî û mala Kurdî yek bixin. Her wiha em piştgiriya xwe ji bo mana hêza jinan li Rojava û yekrêziya hêzên Rojhilatê Kurdistanê dubare dikin, ji ber ku plansaziya dagirkeran tenê bi yekrêziyê têk diçe.”