Nobeta li Mexmûrê di roja 983’emîn de didome
- 22:18 30 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 191’an û di roja 983’an de didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’yan ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 191’an û di roja 983’an de bi biryar didome.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 191’an Mamoste Hisên Kara axivî. Hisên Kara di destpêka axaftinên xwe de ji ber nêzbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev roj li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Em derbasî Nîsanê dibin, pêşiya me de 4’ê Nîsanê heye. Ev roj rojbuna gelê Kurde. Em vê rojê li Rêberê xwe û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Rêber Apo Rêberê me ye û vîna me ye. Rêber Apo vîna gelê Kurde û ji ber wê yekî azadiya Rêber Apo, azadiya gelê bindeste. Rêberê me xûşk û biratiya gelan dixwaze. Ev yek niha erka me ya serekeye. Divê em bi azadî li gel netewên din bijîn. Tenê Rêberê me vê yekî dixwaze. Em bang li gelê welatparêz dikin, erk û berpirsyartiyên xwe yên li beramberî Rêbertî pêkbînin. Divê hemukes li gorî hêza xwe beşdarî pêvajoya hatî destpêkirin bibe. Emê gotina Rêber Apo pêkbînin. Emê Rêberê xwe jî bi fîzîkî azad bikin.”
Herî dawî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ hatin berzkirin.







