‘Bi dirûşmeya jin jiyan azadî ber bi Newrozê ve’
- 09:04 21 Adar 2026
- Rojane
STNEBOL - Aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu da zanîn ku têkoşîna jinê ya ji 8’ê Adarê dirêjî Newrozê dibe didome û got: “Civakek demokratîk ya bêyî jinan ne pêkan e. Em ê daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê ya di 8’ê Adarê de hatiye bilindkirin bibin Newrozê.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşmeya "Em bi bexwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin" pêşwazî kirin. TJA’yê ya navbera 8’ê Adarê û Newrozê de pir ava kir, Ji bo Newrozê amadekariyan didomîne. Aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu da zanîn ku wê bi têkoşîna di 8’ê Adarê de danîne holê û daxwazên li qadên Newrozê mezin bikin.
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê jin daxistin kolanan’
Gulşen Karasu bi lêv kir ku jin li dijî tundî, polîtîkayên bêcezahiştinê û zextan daketine qadan û got: “Jin bi hêrs û îtîrazek mezin daketin qadan. Dewlet û desthilatdariyê îsal ‘sala malbatê’ îlan kir. Em dinêrin her roj jin tên qetilkirin. Piraniya van qetilkirinan bêceza tên hiştin. Ev rewş dibe sedema hêrsê û bandora vê li qadan jî dibe. Em kolan bi kolan mal bi mal bi jinan re tên gel hev. Ji her aliyê jinan hêrs û daxwaz heye. Li pişt tevlibûna girseyî ya 8’ê Adarê ev rasî heye.”
‘Bêyî jinan civaka demokratîk ne pêkan e’
Gulşen Karasu daxuyakirin ku jin di nîqaşên civaka demokratîk de rola esas dilîzin û wiha domand: “Bendewariyên jinan ji pêvajoyê xurtin. Bêyî jinan civakek demokratîk ne pêkan e. Em behsa pêşerojek adîlane bikin divê mafê jinan hebin û azadiya jinan hebe.”
‘Jin di hedefê de ne’
Gulşen Karasu daxuyakirin ku jin bi her awayî rastî zextan tên û polîtîkayên şer û koçberiyê jî bandor li jinan dikin. Gulşen Karasu ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd hem bi nasname jinê hem bi nasnameya Kurd tên binpêkirin. Ziman û nasnameya me di bin zextê de ye. Bi salane encamên herî giran yên şer jin dijîn. Heman demê de yên berxwedanê mezin jî dikin jin in.”
‘Ji 8’ê Adarê heta Newrozê xeta têkoşînê’
Gulşen Karasu diyar kir ku 8’ê Adarê û Newroz di alî jinan de ji hev cuda nayê fikirîn û wiha bi lêv kir: “Ji bo me 8’ê Adarê jî Newroz jî qada têkoşînê ye. Em jin van her du dîrokan ji hev cuda nakin. Em têkoşîna xwe û daxazên xwe dibin Newrozê. Em ê daxwazên azadî û demokrasiyê li Newrozê dubare bikin. Newroz ji bo jinan wateya berxwedan û vejînê dihewîne. Newroz ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo jinan jî vejîn û berxwedane. Em ê daxwazên xwe li Newrozê bi awayekî xurt bînin ziman.”
‘Bi dirûşmeya jin jiyan azadî ber bi Newrozê ve’
Gulşen Karasu wiha dawî lê anî: “Em bi dirûşmeyên xurt diçin Nerozê. Jin Jiyan Azadî ji bo tevgera jinên cîhanê girînge û hemû jin xwedî lê derdikevin. Em vê bi vê dirûşmeyê li Newrozê bin. Em banga tevlibûnê li hemû jinan dikin.”









