'Yekitiya Kurdan êriş rawestandin'

  • 16:37 22 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn di civînekê de li bajarê Dêrikê de diyar kirin ku yekitiya Kurdan bû bingeha  rawestandina êrişên li ser Rojava û bal kişandin ser hewldanên berdewam ên ji bo bicihkirina mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de. Her wiha behsa girîngiya rakirina dorpêça li ser Kobanê û vegera koçberan bo malên xwe kirin.
 
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya bi sedan kesî civîneke berfireh li Stadyuma a Kornêş a bajarê Dêrikê li dar xist.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî diyar kir ku "di qonaxa heyî de guhertinên girîng pêk hatin, bi taybet di derbarê pirsgirêka Kurd de  ku bûye pirsgirêkek navneteweyî, guhertin çêbûn."
 
Îlham bi domdarî got, "Dema ku em beşdarî civînên navneteweyî dibin pirsgirêka Kurd beşek bingehîn a diyalogê ye. Pir girîng e ku rejîma Sûriyeyê mafên gelê Kurd di nav Sûriyeyê de nas bike. Ev naskirin gaveke girîng ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî ve ye. "
 
Îlham Ehmed bal kişand ser pêşketinên navxweyî û got, "Em hin kêmasiyan qebûl dikin, lê me karî planên ku armanc dikirin gelê Kurd bêbandor bikin, têk bibin. Yekitî, hêz û qurbaniyên gelê Kurd ev planan pûç kirine."
 
Îlham Ehmed her wiha li ser rewşa deverên ku hîn jî di bin dorpêçê de ne, wek Kobanê, û li deverên dagirkirî yên wek Efrîn û Serêkaniyê axivî û got, "Kobanê di bin dorpêça berdewam de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye, lê em li ser baştirkirina rewşa li wir dixebitin. Em dixebitin ku xelkên Efrîn û yên Serêkaniyê vegerin malên wan."
 
Îlham Ehmed her wiha li ser mijara girtiyan û kesên winda li deverên ku pevçûnên dawî lê qewimîne axivî û diyar kir ku divê ev pirsgirêk di zûtirîn dem de were çareserkirin.
 
Îlham Ehmed, bal kişand ser girîngiya berdewamiya têkoşîna ji bo mafên gelê Kurd li herêmê û destnîşan kir ku gelê Kurd di peymanên siyasî yên siberojê de tu tawîzan li ser mafên xwe qebûl nake.
 
Îlham Ehmed her wiha banga rêxistinkirina civaka Kurd û xurtkirina şiyanên wê yên parastinê kir da ku li hember her hewldanên nû yên tunekirinê an jî dûrxistinê bisekine.
 
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rohilat Efrîn behsa fedakariyên ku gelê Kurd di şerê berdewam de li dijî çeteyên DAIŞ'ê dane kir. Rohilat destnîşan kir ku ev fedakarî di dîroka Kurdan de xalek girîng e û da zanîn kir ku Kurdan bi hezaran şehîd û birîndar dane, ku ev yek bûye bingeha hêz û berxwedana gel li hember dijminên wan.
 
Rohilat wiha lê zêde kir, "Em ê komkujî û koçberiya ku me bi salan kişandiye ji bîr nekin, û em ê nehêlin ku polîtîkayên înkarê li ser me werin ferzkirin. Me têkoşîn kir û qurbanî dan. Em ê dev ji mafên xwe bernedin, em ê dev ji rûmeta xwe bernedin."
 
Rohilat got ku qonaxa niha ji bo gelê Kurd hestyar û xeternak e û her rêkeftinek ku di siberojê de were çêkirin divê rêz li mafên gelê Kurd bigire û cihê wan di herêmê de misoger bike.
 
Rohilat Efrîn di berdeweama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd li Rojava, li beşên din ên Kurdistanê û li Ewropayê roleke girîng di piştgiriya têkoşîna Kurd de lîstiye. Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd di rawestandina hewldanên tunekirin û dûrxistinê de bû piştgireke rastîn û got, "Em dizanin ku her peymaneke siyasî divê rêz li têkoşîn û berxwedana me bigire. Em nikarin di tu şert û mercan de vê têkoşînê paşguh bikin. "
 
Rohilat Efrîn da aznîn ku gelê Kurd dê xwe bi rêxistin bike û hêza xwe xurtir bike ku xwe ji her gefan biparêze û got, ew ê li hember her hewldanek ji bo tunekirina gelê Kurd paşve gav neavêje.
 
Fermandara YPJ`ê Rohilat Efrîn wiha dawî li axaftina xwe anî "Em ê birêxistinbûna xwe berdewam bikin û serkeftinên xwe biparêzin, em ê têkoşîna xwe li dijî hêza dagirker û polîtîkayên ku dixwazin mafên me înkar bikin berdewam bikin."