Li Stenbolê meşa 21'ê Sibatê
- 13:40 22 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - Saziyên ziman û çanda Kurdî yên li Stenbolê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê meşeke li dar xist û piştî meşê di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Heke astengiyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin ev ji bo pêşketina pêvajayê jî gavake girîng e.”
Çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), Ma Music, NÇM, Komîsyona Ziman a OHDê û HDK bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Kadikoyê meşek li dar xist. Meş li pêşiya Peykera Bogayê dest pê kir û heta Îskeleya Kadikoyê berdewam kir. Meş li Îskeleyê bi dawî bû. Rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên ziman û çandê û gelek welatî tev li meşê bûn. Gel di meşê de pankarta 5 zimanî “Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî zimanê Kurdî” hatin berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Metna bi zaravayê Kurmancî ji aliyê endama Komeleya Lêkolînên Kurdî Elîf Şekercî ve hate xwendin û metna bi zaravayê Kirmanckî jî Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan xwend.
‘Em daxwaza statutaya Kurdî dikin’
Beriya daxuyanî bê dayîn ewilî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak axivî û wiha got: “Divê her kes li her qadê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Em îro daxwaza statutaya Kurdî dikin. Em perwedehiya bi Kurdî dixwazin.”
‘Em ê her dem xwedî li mafê xwe ziman derkevin’
Li ser navê OHDa Stenbolê jî Îhsan Artuç axivî û ji diyar kir ku zimanê wan ji bo wan wekî şîra dayikê helal e û wiha got: “Mafê perwerdehiyê mafê bingehîn e. Em jî dixwazin mafê me were bicihanîn. Îro pêvajo heye, divê dewlet daxwaza gel bibihîze. Em ê her dem xwedî li mafê xwe yê ziman derkevin.”
Rêveberê Navenda Giştî yê DEM Partiyê Murat Mihçi ji bi zimanê Ermenkî axivî û got divê gel dijmanê zimanê hev nebin.
‘Ziman nîşaneya aîdiyeta komeke etnîkî û hêmaneke nasnameyê ye’
Paşê jî Elîf Şekercî daxuyanî xwend. Elîf Şekercî diyar kir ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û wiha got: “Divê xwedî heman mafan bin û her yek weke nirxekî cîhanî divê bê parastin. Ziman ne tenê amûrê raman û derbirînê ye, her wiha nîşaneya aîdiyeta komeke etnîkî û hêmaneke nasnameyê ye. Her wiha, qedexeya cudakariyê, azadiya derbirînê û mafê jiyana taybet ku mafên bingehîn ên mirovan in; mafên zimanî jî li gorî hiqûqê parçeyekî van mafan e. Ji ber vê yekê, her midaxeleya li zimanên ku di qada civakî de tên axaftin, wekî midaxeleyeke li nasnameya etnîkî ya axêverên wî zimanî û mafên wan ên mirovî tê hesibandin.”
‘Pêwîst e ku polîtîkayeke perwerdeya pirzimanî bê bicihkirin’
Elîf Şekercî di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku di parastin û pêşvebirina zimanên dayikê de gelek gavên girîng hene û wiha domand: “Gava herî girîng ew e ku ji aliyê dewletan ve mercên pêwîst bên avakirin da ku zimanên dayikê di xizmetên bingehîn ên wekî perwerde, tenduristî û darazê de bikarin bên bikaranîn û di vê behsê de ev weke rastiyekê derdikeve pêşberî me. Bi taybetî, dema ku mirov berê xwe dide gotar û lêkolînên zanistî yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê wekî pêşketineke giring dibînin ji bo pêşketina zarokan a hişî, zihnî û derûnî, hingê diyar dibe bê ka perwerdeya bi zimanê dayikê, anku perwerdeya pirzimanî/duzimanî, meseleyeke çend giring û jiyanî ye. Ji vî aliyî ve, hem ji hêla çawaniya perwerdeya zarokan ve hem jî ji hêla pêşketina demokrasî û pirrengiya çandî ve pêwîst e ku polîtîkayeke perwerdeya pirzimanî bê bicihkirin. Li ser vê esasê, li Tirkiyeyê zimanê duyemîn ê ku herî zêde tê axaftin kurdî ye û em di wê baweriyê de ne ku eger hemû astengiyên qanûnî û fiîlî yên li ber bikaranîna zimanê kurdî bên rakirin, ev ê ji bo pêvajoya çareseriyê ya heyî jî bibe gaveke giring.”
‘Divê guherîn di rêzikname, qanûn û beşên din ên mewzûatê de bên kirin’
Elîf Şekercî destnîşan kir ku di çarçoveya wate û giringiya vê rojê de, ew daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Daxwaz dikin ku xizmetên tenduristiyê, li dadgehan mafê parastina bi zimanê dayikê û hemû xizmetên din ên giştî ji xeynî zimanê fermî bi zimanên din jî bên pêşkêşkirin; ji bo vê yekê, em bang li rayedaran dikin ku guhartin û vesazkirinên pêwîst di rêzikname, qanûn û beşên din ên mewzûatê de bikin. Em daxwaza xwe dubare dikin; statu ji bo zimanê dayikê, perwerdehî bi zamanê dayikê û demokrasî ji bo civakê.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.







