Xizmên Windayan: Heta winda neyên dîtin aştiya rasteqîn jî ne pêkan e

  • 14:17 21 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê carek din li aqûbeta windayan pirsîn û wiha hate gotin: “Heya ku kiryarên van dernekevin holê, neyên darizandin û hesab nedin, rêya aştîyeke saxlem û rasteqîn ne pêkan e.”
 
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Riha, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Di çalakiyan de li aqûbeta windayan hate pirsîn û hate xwestin ku kujer-faîl bên girtin û cezakirin.
 
Amed
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 888'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'a Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî din av de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Fîkrî Ozgen hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fîkrî Ozgen ê di 27'ê Sibata 1997'an de piştî ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hate revandin tu agahî jê nehatin wergirtin hate pirsîn.
 
Di çalakiyê de ewilî lawê Fikrî Ozgen, Nevzat Ozgen axivî. Nevzat Ozgen diyar kir ku 29 sal in li her quncikî çavên wan li bavê wan digere û wiha got: “Li vir pirsgirêk ne mirovek e; zimanê gelekî ye, nasname, hebûn û karîbûna îfadekirina gelekî ye ku mîna gelên din xwe pênase bike û têkoşîna vê yekê bide. Lê mixabin di qonaxa ku em gihîştinê de, tevî ku pêvajoyek dest pê kiriye jî, ew gelek pirsenîşanan jî bi xwe re tîne. Belê, hevdîtin pêk tên, komîsyon tên avakirin, çûn û hatin çêdibin. Lê di warê pênasekirin û tespîtkirina pirsgirêkê de jî, em nikarin pênaseyeke di cih de bikin ku dilê mirov germ bike.”
 
Nevzat Ozgen cînayetên kiryarên nediyar ên hatin kirin bi bîr xist û wiha domand: “Li vê erdnîgariyê 17 hezar cînayetên kiryarên nediyar pêk hatin. Ev tenê yên ku em pê dizaninin. Yên ku em nizanin jî hene. Heya ku kiryarên van dernekevin holê, neyên darizandin û hesab nedin, rêya aştîyeke saxlem û rasteqîn ne pêkan e. Bi vê boneyê em careke din bang dikin: Heke dê behsa xwişk û biratiyeke rast, demokrasiyeke rasteqîn, dadperweriya civakî û hiqûqê bê kirin, gavên ku divê bên avêtin hene. Divê mirov ji nû ve vegerin gundên xwe yên hatine valakirin, bi navên xwe yên xwemalî bên pênasekirin û zindan bêne valakirin. Belê, dibe ku ji salekê zêdetir e cenaze nayên, ev rast e. Û ev tiştekî pir hêja ye, tiştekî pir bi qîmet e. Hezar carî spas ji bo wan kesên ku ji bo vê yekê ked dane. Lê kar bi vê yekê bi dawî nabe. Divê qanûneke vê hebe. Divê nexşerêyeke vê hebe. Ji bo ku ev êş careke din neyên jiyîn, em li pêşberî we bangeke wiha dikin. Gelê Kurd jî gelek e ku bi zêdehî mafdar e li cihê ku divê lê be, cih bigire.”
 
Dû re rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Fîkrî Ozgen vegot.
 
Êlih 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windayan di hefteya 725'emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kursep ê ku di 24'ê Adara 1994'an de piştî li Êlihê hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin hate pirsîn. Rêveberê ÎHDa Êlihê Zana Yucelbozkûrt çîroka Zeynel Kursep xwend.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 215'emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê daxuyani da. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Yilmaz ê di Di 25'ê Sibata 1994'an de, cenazeyê wî bi giranî îşkence lê hatibû kirin, li nêzîkî gundê Manîsê yê li ser Geverê hatibû dîtin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mehmet Zekî Yilmazê bavê heft (7) biçûkan, li Geverê dikandar bûye û di 9'ê Sibata 1994'an de, bêyî ku tu sedem were nîşandan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û rastî îşkenceyeke giran hatiye. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hate diyarkirin: “Mehmet Zekî Yilmaz di 11'ê Sibatê de hat berdan. Di 22'yê Sibata 1994'an de ji aliyê hin kesên bi cilên sivîl û wesayîteke bê plake ve hat revandin. Di 25'ê Sibata 1994'an de cenazeyê wî li nêzî gundê Manîsê yê Geverê hat dîtin.”
 
Daxuyani bi deqeyekê runiştinê Bİ dawî bû.
 
Riha
 
Xizmên windayan û şaxa Riha ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsa çarenûsa kesên ku di binçavan de winda bûne, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de ku li ber Navenda Kirînê ya Novada Parkê hate lidarxistin, xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Pankartek bi nivîsa "Windayan bibînin, sûcdaran bidin darizandin" hate nîşandan û wêneyên kesên ku di binçavan de winda bûne hatin hilgirtin. Di civîna çapemeniyê de, ku li ser çarenûsa windayan pirsî, bi taybetî doza Kemal Kiliç ku 33 sal berê hate kuştin, hate nîqaşkirin.
 
Daxuyanî ji hêla Kemal Memitanli, biraziyê Kemal Kiliç ve hate xwendin. Kemal Memitanlı diyar kir ku sûcên li dijî mirovahiyê nikarin di bin sînorê demê de bin û got: "Wekî parêzvanên mafên mirovan, çend sal derbas bibin jî, em ê dengê xwe bilind bikin heta ku çarenûsa windayê me yê dawîn were eşkerekirin, heta ku kesên ku hatine kuştin û sûcdarên wan nehatine darizandin, werin darizandin."
 
Civîna çapemeniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.