Peyama 21'ê Sibatê: Zimanê me hebûna me ye!
- 13:26 21 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 21'ê Sibatê li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zimanê kurdî hebûn, rûmet û nasnameya gelê kurd e. Heta ku zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê, têkoşîna gelê kurd a parastin û pêşxistina çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî dê berdewam be."
Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser parastina ziman û mîsogerkirina zimanê dayikê.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê daxuyaniyek li ber Novada Parkê da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Her wiha Komeleya Zimane Kurdî (ZIMANGER), jî bi heman minasebetê li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwedeya zimane dayike bingeha civake ye” û “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” hat vekirin.
Li Sewerêg, Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurd li ber avahiya komeleyê daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya ziman.
Agirî
Bi pêşengiya Komeleya Ziman, Çanda Kurdî a Ararat Kurdî-Zan, meşek hat organîzekirin û dû re jî daxuyanî hat dayîn. Siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di meşê de dirûşma “Bijî zimanê gelê kurd” hat berzkirin.
Wan
Li Wanê jî bi pêşengiya KURDÎGEH'ê li Qada Bajêr şahî hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahişê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”, “Bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe bixwîne bi zimanê xwe bîjî” hat vekirin. Di şahiyê de daxuyanî hat dayîn. Dû re Hevberdevka Înîsiyatî Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û polîtîkayên li hemberî ziman.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Erdîş
Ji hêla Komeleya Çand û Huner, Ziman a ARSÎSA'yê ve daxuyaniyek hat dayîn. Li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê daxuyanî hat dayîn. Siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn û pankarta “Ziman hebûn û xwebûn e Cejna Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz Be” hat vekirin.
Mêrsîn
Li navçeya Akdenîza Mêrsînê OHD, ÎHD, Egîtîm Sen, Atolyeyên Sanatolia Kolektif û Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet li Parka Zarokan a Azad kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be" hat vekirin û dirûşma “Be ziman jiyan nabe” hat berzkirin.
Bedlîs
Li Bedlîsê, saziyên ziman di 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de meş û civîna çapemeniyê li dar xistin. Di çalakiyê de ku pêkhateyên DEKUP'ê yên Bedlîsê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr beşdar bûn, pankartek bi nivîsa "Wa ziwanê Kurdkî bibo ziwano fermi" bi zaravayên Dimilkî û Kurmancî yên Kurdî hate vekirin. Girseya ku li ber avahiya Navçeya Tetwanê ya DEM Partiyê kom bû, bi dirûşma "Bê ziman jiyan na be" heta Parka Filistînê meşiya. Dema ku gihîştin Parka Filistînê, komê daxuyaniyek da.
Parlamenterê Partiya DEM'ê yê Bedlîsê Huseyîn Olan girîngiya jiyana bi zimanê dayikê destnîşan kir û diyar kir ku ew ê daxwazên xwe yên ji bo statuya zimanê dayikê di her forumê de bînin ziman.
Endama Komala Ziman û Wêje (MEDYA-DER) Bêrîvan Canbay Dursun, di çalakiyê de axivî û bang li komîsyona parlementoyê ya ji ber pêvajoya berdewam ava bûye kir û daxwazên xwe yên ji bo statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî dubare kir.
Çalakî bi dirûşm û govendên gelêrî bi dawî bû.
Enqere
Platforma Saziyên Demokratîk, bi pêşengiya Komeleya Ziman û Çandê ya ANKA-Der, li Qada Sakaryayê bi boneya 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê.
Di heman demê de, girseya kombûyî dirûşmeyên wekî "Bê ziman Jiyan nabe" û "Zimanê Me Hebûna Me ye" berz kirin. Piştî vê yekê, piştre ji ANKA-Derê Emîne Akyazili daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş xwend.
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
"21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û di heman demê de jî, ji bo zimanên ku bi xetereyatunebûnê re rû bi rû ne, roja parastin, zindîkirin û pêşvebirina zimanê dayikê ye. Bingeha vê rojê têkoşîna gelê bengalî ya ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê ye ku ji aliyê dewleta Pakistanê ve hatibû qedexekirin. Di sala 1952'yan de xwendekarên Zanîngeha Dakkayê pêşengiya xwepêşandanên li dijî van zext û qedexeyan kir û di encama êrişan de hin xwendekar hatin kuştin. Piştî serlêdana bengaliyan, UNESCOyê di sala 1999an de daxwaza gelê bengalî qebûl kir û 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê
ya Cîhanê hat ragihandin.
Li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro, ev 103 sal e ku çand, ziman û nasnameya gelê kurd hatiye înkarkirin û ji bo ku ev înkar ji holê rabe û maf û daxwazên gelê kurd ên wekî statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bên misogerkirin, hîn jî tu gavên micîd nehatine avêtin. Li gorî daneyên 2025'an, li Tirkiyeyê 74 hezar 40 dibistan û 208 zanîngeh hene ku bi tirkî perwerdeyê didin, lê ji bo zimanê kurdî di 103 salên komarê de yek dibistanek jî nehatiye avakirin ku perwerdeya bi kurdî bide. Her wiha, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, bi hezaran dibistan hene ku bi tirkî perwerdeyê didin û li gorî lêkolîn û rapirsînan ji sedî 97'ê gel perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze, lê heta niha dibistanek jî nehatiye terxankirin ku bi kurdî perwerdeyê bide; saziyên ziman ên ku ji bo fêrkirina kurdî kurs û atolyeyan vedikin, ew jî dibin hedefa rayedarên dewletê û bi KHK'yan tên girtin û muhurkirin. Gelê kurd, li hemberî van polîtîkayên înkar, tunehesibandin û pişaftinê têkoşîna hebûn û parastina zimanê kurdî dimeşîne û ev têkoşîna çand, ziman û nasnameya gelê kurd berdewam e. Di vê têkoşînê de daxwaza sereke ya gelê kurd ew e ku, polîtîkayên înkarê bên bidawîkirin û ziman û mafên neteweyî yên gelê kurd di destûra bingehîn de bên qebûlkirin û bi zagonan bên misogerkirin. Ji cotmeha 2024'an ve, ev 16 meh e ku pêvajoyekê dest pê kiriye û bi perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Ocalan 27'ê Sibata 2025'an pêşkêşî rayedarên dewleta Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê kiriye, derfetên nû hatine afirandin ku pirsgirêk bi rê û rêbazên diyalog, hevdîtin û nîqaşan bên çareserkirin û vê pêvajoyê di nava gel û civakê de hêviya çareserkirina pirsgirêkan ava kiriye. Pêwîst e ku êdî rayedarên dewletê jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin, siyaseta înkarê biterikînin, maf û azadiyên nasnameyî yên gelê kurd misoger bikin, dawiyê li wan pêkanînan bînin ku li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in.
Statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî
Xwişk û biratî nîşaneya wekheviyê ye. Eger em qala wekheviyê dikin, divê zimanê kurdî jî xwedî statu be, ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû astên perwerdeyê de bê bikaranîn û navên cih û warên ku hatibûn guherandin jî divê li eslê wan bên vegerandin. Ji kolanan bigire heta qada giştî (li dadgeh, dibistan, nexweşxane, kar û barên fermî û hwd.) di hemû qadên jiyanê de mafên gelê tirk çi bin, divê yên gelê kurd û gelên din jî ew bin û hemû xizmet divê bi kurdî û zimanên din jî bên dabînkirin. Bi boneya 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, em bi bîra rayedarên dewletê dixin ku, di vê pêvajoya hevdîtin û muzakereyan de ku ji cotmeha 2024'an ve ye ku dest pê kiriye û hîn jî berdewam e, daxwaza me ew e ku astengên li pêşiya çand, ziman û nasnameya kurdî werin rakirin û daxwaza me ya statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bê bicihanîn.
*Di serî de xalên 42 û 66'an ên destûra bingehîn û zagonên ku cudakarî û yekparêziyê di bingeha xwe de dihewînin, divê ji destûra bingehîn bên derxistin û hemû zagon li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî werin sererastkirin.
*Pêwîst e ku Tirkiye li imzeya xwe ya li binê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî xwedî derkeve; dûreparêziyên ku piştre daniye ser xalên 17, 29 û 30'an rake û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya vê peymanê û peymanên din ên navneteweyî de bêyî kêmasî bi cih bîne û ji mafên çandî, zimanî û nasnameyî yên zarokan re rêzdar be.
*Komisyona di bin banê meclisê de hatî avakirin serdana hemû beşên civakê kir û guh da gel. Pêwîst e ku rapora ku dê ji aliyê vê komisyonê ve bê amadekirin û li meclisê bê pêşkêşkirin ji daxwazên civakê yên demokratîkbûnê re bibe bersiv û xizmeta wekheviya xwişk û biratiya gelê kurd, tirk û hemû gelên Tirkiyeyê bike û li gorî daxwaz û pêşniyazên li ser naveroka rapora komîsyonê zagonên demokratîk bên amadekirin û bikevin meriyetê.
*Zimanê kurdî hebûn, rûmet û nasnameya gelê kurd e. Heta ku zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê, têkoşîna gelê kurd a parastin û pêşxistina çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî dê berdewam be. Gelê kurd û hemû gelên cîhanê yên ku zimanê wan ji statu û perwerdeyê bêpar hatiye hîştin û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe têdikoşin, 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li wan gelan hemûyan pîroz be.
Zimanê Me Rûmeta Me Ye!
Zimanê Me Hebûna Me Ye!
Statu bo kurdî, perwerdeya bi kurdî!"







