Fermandara YPJ’ê: Entegrasyon destpêk e, mîsogeriya destûrî şert e
- 11:05 14 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn a ku bi online beşdarî civîna li Londrayê bû, diyar kir ku peymana entegrasyonê destpêk e, heta mafên Kurdan di bin mîsogeriya destûrî de neyên girtin bawerî ava nabe û mîsogerî pêwîst e.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Jinan a Jiyanê, li Navenda Civaka Kurd a Londrayê bi sernavê ‘Rojava û Pêvajoya Civaka Demokratîk’ civînek hat lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn a ku ji Rojava bi onlîne tevlî bû, beşdarî civîna ku bi sedan kes tê de amade bûn, bûn.
Endamê TCŞ’ê yê Brîtanyayê Hakan Suruç ku axaftina vekirinê kir, silav li şervanên ku li dijî êrîşên li ser Rojava li ber xwe didin û gelê Kurdistanê yê xwedî li wan derdikevin, kir.
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, di destpêka axaftina xwe de silav li gelê Kurd ê li Ewropayê yê ku li dijî êrîşan ji bo Rojava rabûye ser piyan, kir. Di vê navberê de girse rabû ser piyan û bi deqeyan dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, çepik û tîliyan bersiv da.
Rohilat Efrîn diyar kir ku di qadên îdarî, ewlehî û leşkerî de avêtina hinek gavan li Rojava di rojevê de ye û got: “Li gorî peymanê diviyabû ji hinek herêman vekişiyana. Ji hinek gundan derketin lê hîn jî cihên ku jê derneketine hene. Her wiha dorpêça li ser Kobanê nehatiye rakirin.”
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku hinek xalên leşkerî û navendên tarî hîn jî hebûna xwe diparêzin û diyar kir ku îhtîmala şer û êrîşan heye.
Rohilat Efrîn diyar kir ku di çarçoveya peymanê de derbarê sivîlên ku ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatine girtin û koçberkirin de hîn gav nehatine avêtin û got, divê ji bo çareseriyeke mayînde pêvajoyek were destpêkirin, lê hîn gaveke cidî nehatiye dîtin.
Rohilat Efrîn ragihand ku şerta wan a derbarê tayînkirina Waliyê Hesekê ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin û eşkere kir ku hikûmeta Şamê di destpêkê de li hemberî vê li ber xwe daye, lê ji îro pê ve bi fermî qebûl kiriye.
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku di mijarên têkildarî Wezareta Parastinê de ji hikûmetê vegereke fermî çênebûye û wiha berdewam kir: “Yani her çend hinek made bi qismî hatibin bicihanîn jî, hîn guman û bêbaweriyên me hene. Ji ber vê yekê me anî ziman ku divê mekanîzmayeke mîsogeriyê were avakirin. Me got ku divê hêzên koalîsyonê di vê pêvajoyê de rol bigirin, nexasim di qonaxên kontrolkirin û pêkanînê de cih bigirin. Lê belê di vê mijarê de hîn belge û çarçoveyeke şênber nehatiye pêşkeşkirin.”
Rohilat Efrîn bal kişand ser wê yekê ku divê li qadê mekanîzmayeke ku di wateya rastîn de bibe mîsoger were avakirin, nexwe dibe ku pêvajo zirarê bibîne. Rohilat Efrîn anî ziman ku ew peymana entegrasyonê wekî destpêkekê dibînin û got: “Rastî ev e ku heta mafên Kurdan di destura bingehîn a Sûriyeyê de neyên mîsogerkirin, bawerî ava nabe. Ji ber vê yekê peyman ne dawî ye, destpêk e. Divê em vê destpêkê bi rengekî siyasî, leşkerî û bi giştî berfireh binirxînin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi erênî pêşwazî bikin, lê rîsk û fikar jî hene. Ger gelê me bi vê biryardariyê berdewam bike, em bawer dikin ku em ê bi vê îradeyê pêvajoyê bi pêş bixin.”
Fermandar Rohilat Efrîn bal kişand ser hevdîtinên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî û Îlham Ehmed ên li Munîhê û got: “Hewldanên fermandarên me û kadroyên me yên li Almanyayê di vê pêvajoyê de zêde bûne. Bi vî rengî ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên me xebatên dijwar tên meşandin. Lê divê em realîst bin. Em nikarin bibêjin ku ji ber peyman çêbûye her tişt qediya ye û çareser bûye. Ger ev pêvajo bi rengekî rast were meşandin, rayagiştî ya cîhanê dikare ji bo azadiya Kurdan bêtir berpirsyariyê bigire ser xwe. Pîvana me ya herî girîng, parastina destkeftiyên hatine bidestxistin e û vala neçûna keda şehîdên me ye. Ji bo me ya girîng ew e ku her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekitiyê de Rojava biparêzin. Tenê bi vî rengî azadiya gelê Kurd dikare pêk bê. Heta ku perçebûn û înkar berdewam bike, ev ne pêkan e.”
Rohilat Efrîn bal kişand ser Pêvajoya Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê û got: “Em bi aştiyê û pêvajoya çareseriyê bawer dikin. Êrîşên li ser Rojava vê pêvajoyê qels dikin. Ev paradîgma bi salan e ji bo civak, demokrasî û jiyana hevpar a gelan bûye modeleke. Ev model ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan bûye mînak. Li dijî hişmendiya kapîtalîst û dewlet-netewê çareseriyeke alternatîf pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê ev paradîgma li dijî hemû êrîşan hêzeke çareseriyê ya girîng e. Em dixwazin ku her kes ji bo Kurdistan û Rojava berpirsyariyê bigire. Ji bo rawestandina van êrîşan piştgiriyeke xurt pêwîst e.”







