Li Xezayê di kampê de şewat: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

  • 21:16 11 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Deyr el Belah di konên ku Fîlîstînî lê diman de şewat derket û zarokekî jiyana xwe ji dest da, dê û du zarokên xwe yên din birîndar bûn.
 
Li bajarê Deyr el-Belah a bajarê  Şerîda Xezayê, di kampê de di konekî de şewat derket. Di şewatê de zarokê bi navê Şehd Mahmud el-Medhun jiyana xwe ji dest da. Her wiha dayik û du zarokên din Adem yê 2 salî û Sîdra ya 1 salî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîdên Aksa.