Jinên Dirbêsiyê piştgirî dan berxwedanê

  • 18:26 8 Sibat 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛEYAN- Jinên ji bajarê Dirbêsiyê bi şêwazên cuda piştgiriyê didin şervanên  HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
 
Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi hemû beşên civakê bersiva seferberiya giştî da, her beşek bi şêwazeke cuda piştgiriya berxwedana Rojava û şervanên li eniyên şer dike.
 
Yek ji dîmenên piştgiriya berxwedanê li Komîna Şehîd Dewran a bajarê Dirbêsiyê xuya dibe. Jinên ji taxê rojane ji bo şervanan xwarinê amade dikin, li şervanên li eniyên parastinê belav dikin.
 
Jinan diyar kir ku piştgiriya şervanan erkekî niştimanî û exlaqî ye dikeve ser milên hemû beşên civakê.