Ji 3 şaredariyên Swîsreyê şeva piştevaniya bi Rojava re
- 11:34 8 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dahata ku di şeva piştevaniyê ya bi pêşengtiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey ên Swîsreyê hat lidarxistin de hat komkirin, dê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Rojava re bê şandin.
Ji ber êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, bi sed hezaran kes neçar ma ku malên xwe biterikînin. Ji ber krîza mirovî, Heyva Sor a Kurdistanê li seranserê cîhanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di serî de li başûrê Kurdistanê, li gelek bajaran kampanyayên alîkariyê berdewam dikin.
Bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey û bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê (NCDK-Lozan) û Meclisa Jinan a Lajîn, ji bo Heyva Sor çalakiyeke piştgiriyê hat lidarxistin. Siyasetmedar û şaredarên swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn. Hemû dahata şevê ji bo alîkariya Rojava ji Heyva Sor re hat bexşkirin.
Çalakiya ku li Salle de Spectacle a li bajarê Renensê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka NCDK-Lozanê Aysel Argîn xîtabî beşdaran kir û got: "Em vê êvarê ji bo Rojava hatine cem hev. Ez spasiya şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî dikim ku keda wan di vê şevê de heye. Em hemû kesên ku piştgiriya mezin dikin silav dikin. Bijî Berxwedana Rojava."
Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Hediya Abdullah bi peyameke dîmen beşdar bû û spasiya kesên piştgirî dane kir. Hediya Abdullahê, got: “Bi êrişên dawî re bi hezaran mirovên me di dibistan û mizgeftan de dimînin. Kobanê di bin dorpêçê de ye û krîzeke giran a mirovî tê jiyîn. Ev alîkarî ji bo gelê me pir girîng bûn. Em minetdarê hemû xêrxwazan in û daxwaz dikin ku alîkarî berdewam bikin."
Di çalakiyê de Şaredarê Renensê Jean François Clément, endamê Partiya Karkeran a Lozanê (POP) Xavier Roth, Endama Meclisa Şaredariya Lozanê ya POP’ê Sevgî Koyuncu, serokê rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalist (SP) Julien Berthod û namzeda Endama Meclîsa Şaredariyê ya POP’ê Tanya Nîhal Işik jî axivîn.
Dahata ji xwarin û vexwarinên ku di şevê de hatin firotin dê ji Heyva Sor re bê veguhestin. Heyva Sor ragihand ku dê di rojên pêş de der barê alîkariyan de daxuyaniyeke fermî bide.







