‘Divê komîsyon niha rola xwe bilîze’
- 18:48 7 Sibat 2026
- Rojane
DÎLOK - Di Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk ya li Dîlokê pêk hat de hat diyarkirin ku divê komîsyon piştgiriyek aktîf bide pêvajoyê û rola xwe bilîze.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan re li oteleke navenda Dîlokê civîna gel a Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist. Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên civakî, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî ên Dîlok û navçeyên wê, parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karaca jî tevlî civîna gel bûn. Di civîna gel de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bjî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Civîna gel ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de girse bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kir.
Piştî rêzgirtinê hevserokê DEM Partî yê Dîlokê Fesîh Yeşîl axivî û diyar kir ku wan ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji gel re bidin fêmkirin civîna gel li dar dixînin.
Piştre jî endamê Meclisa Partiyê yê DEM Partiyê Mehmet Bozgeyik diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye û ji bo aştî û demokrasiyeke mayînde ew ê têkoşîna xwe bidomînin.







