Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn

  • 04:17 6 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan bi awayekî hemdem tên bibîranîn.
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Bazarcix a Mereşê erdhejên bi pîleya 7.8  û 7.5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdheja ku ligel bandorek mezin kir, li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo erdheja di 6'ê Sibata 2023'yan de çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. Di erdhejê de 11 bajaran zirareke mezin dîtin. Bi munasebeta salvegera erdhejê li cihên erdhejê çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin. Di  04.17’de li Semsûr, Mereş, Hatay, Dîlok, Meletî, Amed û Rihayê çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin.