ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 8 Kanûn 2025
- Rojev
* Rêveberên Civaka Zimanê Kurdî û Wêjeyê diyar kirin ku ji bo xwendekar Kurdî biaxivin û Kurdî bibe zimanê jiyanê komele hatiye avakirin û gotin: “Heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî ne pêkan e em behsa pêşketinekê bikin. ‘Zimanê me nasnameya me ye.’ Divê em bi vê hişmendiyê xwedî li zimanê xwe derkevin.” DÎMEN HEYE
* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Usysal da zanîn ku li gorî rihê pêvajoyê divê mijara ‘du hiqûq’ bidawî be û got: “Her guherîna tê kirin nav xwe de newekheviya cuda diafirîne. Li welat di qada ceza û înfazê de krîzek mevzuatê ya newekhev heye. Divê qanûn li gorî kodên hiqûqî ya pêvajoyê bin.” DÎMEN HEYE
* Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê 23 jin û 3 zarok hatin kuştin û 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. ÇETELEYA TUNDIYÊ
*Rayedara KDP'ê Amîna Zîkîrî got: "Sedsalek danûstandin ji salek şer çêtir e" û tekez kir ku çareserî di mafên ku bi destûrî hatine garantîkirin de ye. BI DÎMEN







