Ji konferansê peyama 'Jin têkoşerên azadî û rûmeta mirovahiyê ne'

  • 16:10 6 Kanûn 2025
  • Rojane
STENBOL - Xwediya Xelata Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk jî peyameke bi video şand Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî û got: "Me şahidiya jinên ku ji bo rûmeta mirovan têdikoşin kiriye. Em di pêvajoyên avakirina aştiyê de bêtir pêdiviyê bi jinan dibinin. Aştî tê wateya jiyana bê tirs û ev tenê bi jinan dikare were bidestxistin "
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dabû destpêkirin, dê di konferansê de tevî tecrûbeyên cîhanê were nîqaşkirin. Ji Baskê heta Efrîqeya Başûr, ji Sinn Feinê heta Ingilistanê, Qazaxistan û Belçîkayê dê gelek kes tev li konferansê bûn.
 
Di rûniştina yekemîn: Perspektîfên ji bo Aştiya Civakî de, moderator: Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar bû. Endamê heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol: Di çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Aştiya Civakî de rola Abdullah Ocalan û mafê hêviyê, Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê E. Prof. Louis Lemkow; Li ser Civakîkirina Aştiyê, Prof. Cîhangîr Îslam: Jiyaneke bi hev rê bûyî lê çawa, Ji Zanîngeha Hewlerê ya Başurê Kurdistanê Doç.Dr. Arzu Yilmaz: Aştiya Civakî û Çareseriya mayinde ya Tirkiyeyê bandora wê li ser herêmê û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û rojnamegerê Yemenî Tawakkol Karman: Di avakirina aştiyê de tevlibûna jinan (Peyama bi vîdeo) nêrînên xwe anîn ziman. 
 
Ezmûnên cîhanî 
 
Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê E. Prof. Louis Lemkow, di axaftina xwe de mînakên pêvajoyên aştiyê û nêzîkatiyên ji ezmûnên cîhanî da û wiha diyar kir: "Di şeran de, 'bêmirovîzekirina' aliyê din ji aliyê dijmin ve tiştekî asayî ye. Ev jî pirsgirêkek e. Ev ne tenê li ser danûstandinan e, lê dema ku em behsa diyalogê dikin, 'pratîka bêmirovîzekirina dijmin' yek ji stratejiyên ku dijmin pir caran bikar tîne ye. Ev jî divê biguhere."
 
Entegrasyona demokratîk
 
Ji Zanîngeha Hewlerê ya Başurê Kurdistanê Doç.Dr. Arzu Yilmaz diyar kir ku îhtîmala şerê cîhanê yê sêyem "li hewayê hilawistî ye" û got: "Di serdema Trump de, bi Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê re, dibe ku sê salan şer tune be. Lêbelê, em li ber sînorê raûnta duyem a şerê Îran-Îsraîlê ne. Bandorek derketiye holê ku tekeziya li ser çêkirina aştiyê bi zorê kûrtir kiriye. Delîla herî girîng ew e ku Trump agirbesteke nisbî bi dest xistiye, lê em rewşên ku ew jê re dibêje 'aştî' ji agirbestê wêdetir ne tiştekî dine. Dibe ku ew pevçûnan bicemidîne, lê xuya ye ku gava aştiya cemidî ku pevçûn kûrtir kiriye û helwestên aliyan li hember hev ber bi rewşeke pevçûnê ve biriye, hilweşe, şer dê hîn bêtir dijwar bibe. Em li Sûriye, Ukrayna û Filistînê behsa aştiyê dikin, lê heta agirbest jî nehatiye bidestxistin. Lêbelê, agirbesta li Îranê bi rastî jî hatiye parastin. Lêbelê, ev rewşa parastinê ne mimkûn e ku pêşî li şer bigire; dibe ku bê pêşbînîkirin ku alî hewl didin wê biqedînin." 
 
Arzû Yilmaz destnîşan kir ku sedema ku aştiyê bûye rojev, divêtiyên stratejik ên li Rojhilata Navînê ne û got ku lê gava ew li aliyan guhdar dikin tê dîtin ku her du alî jî dixwazin. Arzû Yilmazê got: "Li vir entegrasyona demokratîk a ku Abdullah Ocalan qala wê dike, bingeheke girîng wekî formulek ji bo hevjiyana aştiyane di çarçoveya aboriya herêmî ya nû de pêşkêş dike."
 
'Gelo ev potansiyela me heye?'
 
Profesor Cîhangîr Îslam jî wiha axivî:  "Ez vê yekê bi awayekî emperyal nabêjim, lê belê, xurtkirina hevpeymaniya dîrokî ya heyî ya di navbera Tirk û Kurdan de di vê serdemê de, ku li ser Şerê Cîhanê tê nîqaşkirin. Ez bawer dikim ku ew dikare gelek tiştan bike da ku rejîmek aştiyane ava bike û wê wekî mînakek ji cîhanê re pêşkêş bike. Gelo ev potansiyela me heye? Heye. Ez hêvî dikim ku rejîma ku em diafirînin, ya ku em bi hev re pêşan didin, ne tenê ji bo me, lê ji bo tevahiya mirovahiyê çareseriyek be."
 
'Axaftina dayikan a bi kurdî hat astengkirin'
 
Endamê Heyeta Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol di rûniştina “Perspektîfên li ser Aştiya Civakî” de wiha axivî: “Li Meclîsê axaftina dayikan a bi Kurdî asteng kirin. Lê serokê heman Meclîsê çû Amedê risteyek bi Kurdî xwend û parvekirina bi Kurdî xwend. Lewma Kurdî di yasayan de nehatiye mîsogerkirin. Ji bo axaftina wan û parvekirina wan serbest e lê ji bo dayikan, ji bo Kurdan qedexe ye.Kurdîbûn li vî welatî ne yasa ye, ne qanûnî ye. Heta ku Kurdbûn li vî welatî nebe yasayî wê kes nikaribe bi Kurdî biaxive. Divê Ji bo Kurdbûnê qanûnên bên çêkirin.
 
Dibêjin em ji birêz Ocalan sûdê werbigirin, bila ew her tiştî bike lê bila li wir bimîne. Naxêr wisa nabe. Heta ku birêz Ocalan bi qanûn û hiqûqa azad û aştiyê ranebe, dê ev neyê qebûlkirin. Azadiya Kurdan bi azadiya birêz Ocalan ve girêdayî ye.Sererastkirina mafê hêviyê tenê ne ji bo birêz Ocalan ji bo bi sedan girtiyan divê were bicihanîn. Azadî ji bo cihê parastinê ye. Azadî kirdeya parastinê ye.”
 
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û rojnamegerê Yemenî Tawakkol Karman jî, di avakirina aştiyê de tevlibûna jinan de peyama bi vîdeo şand û  nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Aştî tê wateya jiyana bê tirs'
 
Xwediya Xelata Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk jî peyameke bi video şand û wiha bi lêv kir: "Berî her tiştî, ez li ser şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dixebitim. Em parêzvaniyê dikin ku mirov bi navên xwe bijîn; mirov ne tenê hejmar in. Me di daneyên xwe de zêdetirî 90 hezar sûc tespît kirine. Wekî jinên li Ukraynayê, tenê ji aliyê Rûsyayê ve zilm li me tê kirin; em di heman demê de li ber xwe didin. Me şahidiya jinên ku ji bo rûmeta mirovan têdikoşin kiriye. Em di pêvajoyên avakirina aştiyê de bêtir pêdiviyê bi jinan dibinin. Me bi mehan tiştên li ser berjewendiyên Rûsyayê bihîstin, lê me der barê mirovan de tiştek jê nebihîst. 27 hezar zarok ji malbatên xwe hatine veqetandin, dê çi bê serê wan? Bi hezaran di girtîgehên Rûsyayê de tên îşkencekirin. Bi mîlyonan li qadên gewr dijîn. Dagirkirina Rûsyayê ne tenê dagirkirina dewletekê ye; ew di heman demê de tê wateya windakirina bi zorê, taciz, tecawiz û veqetandina zarokên we ji we. Ji ber vê yekê, divê em aliyê mirovî di pêvajoyê de li ber çavan bigirin. Ji bo vê yekê, divê em pêşî jinan di pêvajoyê de esas bigirin. Hêzên mezin her gav li berjewendiyên xwe digerin. Aştî tê wateya jiyana bê tirs û ev tenê bi jinan dikare were bidestxistin."