Cezayê girtîgehê yê Motahare Goneî hate erêkirin
- 12:02 4 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara girtina Aktivîsta xwendekaran Motahare Goneî ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Tahranê ve hat erêkirin.
Di 12’ê Mijdarê de aktivîst û girtiya siyasî ya berê Motahare Goneî, ji aliyê Şaxa 29’an a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve ji ber sûçên ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘heqareta li Hamaney’ mehkumî 21 meh cezayê girtîgehê hat kirin.
Motahare Goneî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê parve kir de diyar kir ku ev hikum ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Tahranê ve hatiye erêkirin.
Peyama Motahare Goneî wiha ye: “Diyariya roja xwendekaran, dadgehê bi hinceta ‘awayê sûckirinê, encamên xirab, qeyda sabiqa û bandora li ser bersûc a cezayê daye’ hikum erê kir.”
Motahare Goneî 3’ê Tebaxê roja Duşemê, ji aliyê Şaxa 29’an a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve ji ber sûcê ‘propagandaya li dijî dewletê’ 15 meh, ji ber sûcê ‘heqareta li Hamaney’ 6 meh cezayê girtîgehê lê birî û bi îdiaya ‘naverokên ku sûc tê de heye’ cezayê neaxaftina telefonê lê birî.
Motahare Goneî gelek caran hat binçavkirin û girtin
Motahare Goneî, di 24’ê Gulana 2025’an de, ji ber parvekirina di medyaya dîjîtal de, der barê êrîşa Îsraîlê ya li dijî navenda Leşkerî ya Îranê pêk anî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. Motahare Goneî di 24’ê Hezîranê de bi kefaleta 2 milyar tumen, heta temambûna pêvajoya darizandinê bi demkî hate berdan.
Motahare Goneî berê ji ber propagandaya li dijî dewletê û beşdarî çalakiya rûniştina ya li dijî biryara darvekirina Toomaj Salehî bûye hatibû binçavkirin.
Motahare Goneî tevî ku xwendekara beşa bijîşka diranen bû, ji perwerdeyê hatibû dûrxistin. Weke sekretera berê ya Yekîtiya Xwendekarên Îslamî ya Zanîngeha Tahranê gelek caran rastî zextên hêzên ewlehiyê hatibû. Di heman demê de di Nîsana 2024’an de ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatibû binçavkirin.
Motahare Goneî di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hat girtin û demek di bin çavan de ma. Piştî ku hat berdan ji zanîngehê hat avêtin.







