Xizmetên rakirina astengan a ji bo astengdaran
- 11:21 3 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê bi perspektîfa “Ji bo kesên astengdar jiyaneke nû gengaz e” xebatên berfireh dimeşîne ku kesên astengdar di civakê de bêyî ku rastî cihêkariyê bên, bi mafên xwe yên bingehîn sûdê werbigirin û bi awayekî çalak tevlî jiyana civakî bibin. Di vê çarçoveyê de, li du navendên cuda dersên perwerdeya taybet û bernameyên pratîk têne pêşkêşkirin ku alîkariya pêşveçûna wan a fizîkî û derûnî dike.
Navenda Jiyana Bêasteng a Mûsa Anter û Navenda Piştgiriya Otîzmê, ku her du jî girêdayî Gerînendetiya Xizmetên Kesên Astengdar, Kal û Pîran a Şaredariyê ne, perwerdeya taybet û pratîk pêşkêşî xwendekarên astengdar dikin û bandoreke erênî li pêşveçûna wan a fizîkî û derûnî dikin.
Navenda Jiyana Bêasteng a Mûsa Anter
Li vê navendê di qadên cuda yên wekî salona werzîşê, perwerdeya taybet, muzîk û wênesaziyê de çalakî û perwerde tê dayîn. Bi van çalakiyan piştgirî tê dayîn ji bo pêşxistina hevsengiyê, jêhatîbûna tevgerê û koordonasyona dest û çav. Her wiha armanca bingehîn ew e ku zarokên bi hewcedariya lênêrînê ya taybet, di warê derûnî, bedenî, ziman-axaftin û tevgerê de bi pêş bikevin û bi awayekî çalak tevlî jiyana civakî bibin.
Navenda Piştgiriya Otîzmê
Li Navenda Piştgiriya Otîzmê ya Şaredariyê jî dersên perwerdeya taybet ên ji bo zarokên bi otîzmê bi awayekî serkeftî têne meşandin. Di van dersan de bi rêya lîstikê, hunerên dîtbarî, ziman û ragihandinê, jêhatîbûna rojane, civakî, birêvebirina hest û hînkirina akademîk perwerde tê dayîn.
Li her du navendan bi giştî 180 xwendekar bi awayekî çalak perwerdeyê dibînin. Xwendekar her hefte carekê bi piştgiriya psîkologên pispor ve ji aliyê derûnî û hişmendî ve têne şopandin û piştgirîkirin.
Îstasyonên şarjkirina kursiyên bi teker ên elektrîkî
Ji bo welatiyên astengdar ên ku kursiyên bi teker ên elektrîkî bi kar tînin, Şaredariya Peyasê li 5 nuqteyên cuda yên bajêr îstasyonên şarjkirinê ava kirine. Bi saya van îstasyonan, kesên astengdar dikarin di dema derketina xwe ya derve de bêyî fikaran kursiyên xwe bi hêsanî şarj bikin û ji vê xizmetê bi awayekî sûdê werdigirin.







