Hejmara nû ya Jin Dergî derket
- 09:08 16 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Jin Dergî vê hefteyê bi mijara komkujiya Dêrsimê derket.
Kovara heftane Jin Dergî ku heftane derdikeve hejmara xwe ya 142yemîn de bi manşeta “Dewlet, bîr û înkar: Dêrsim ji nû ve xwendin” (Devlet, hafıza inkar: Dêrsim’î yeniden okumak) derket pêşberî xwendevanên xwe.
Nivîsên di kovarê de cih digirin ev in:
Dema amadekariya komkujiyê de nefreta ku ji raporên der barê jinên qizilbaş de derketiye holê/ Bedriye Poyraz
Jinên çiyayên bêdeng: Rûyê Dêrsimê yê nehatiye dîtin/ Songul Morsunbul Tarhan
Tertele- Seyît Riza/ Yuksel Mutlu
Ev perwerde ji bok ê ye? Şukran Demîr
Tasfiyekirina destkeftiyên jinên kurd: Rûyê rejîma qayiman/ Esra Karadaş Ekîncî
Ji keştiyên temaşekirî ber bi bingeha avakar: Komara demokratik û jin/ Salîha Aydenîz







