Li Mûşê starta 25’ê Mijdarê
- 18:00 11 Mijdar 2025
- Rojane
MÛŞ – TJA’yê li Milazgîr a Mûşê starta 25’ê Mijdarê da. Eda Guler ya TJA’yî balkişand ser rêxistinbûna komunal û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bimeşin azadiyê, gotina xwe mezin bikin û têkoşîna hepvar xurt bikin.
Li navçeya Milazgîr a Mûşê Tevgera Jinên Azad (TJA), stargeha 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi daxuyaniyekê da. Hewvşaredarên jin yê navçeyê, nûnerên saziyên siyasî û demokratîk, gelek jin tevli bûn.
Eda Guler a TJA’yî di daxuyaniya li ber avahiya DEM Partî a Milazgîrê axivî û da zanîn ku bi hezaran salane nasnameya jinê bi tundiyê tê çewisandin û got li hember destkeftiyên jinan êrîş hene û hedef tên girtin. Eda Guler balkişand ser qirkirina ekolojiyê û bi lêv kir ku têkoşîna jinê parastina herî xurt al dijî texrîbatan e.
Eda Guler li ser kevneşopiya rêxistinbûna komunal jî sekinî û got ev kevneşopî hîmê dîrokî ya jiyana azad û wekhev e û got: “Em bang li hemû jinan dikin 25’ê Mijdarê de hêviya aştiyê bê mezinikrin. Em bang li hemû jinan dikin ku bimeşin azadiyê, gotina xwe mezin bikin û têkoşîna hevpar xurt bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







