Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

  • 11:42 9 Mijdar 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bibîr anîna endama Jîneolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel duyemîn Festîvala Dengê Arkaîk hate çêkirin.
 
Bi pêşengtiya Jineolojiyê ya Îtalyayê û rêxistinên jinan ên li Îtalyayê yên weke Rete Jin û jinên Rete Kurdistan, Ni Una Di Meno, ADM Jin û Jinên Ciwan duyemîn Festivala Dengê Arkaîk hate lidarxistin. Festîval ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmaniyê hatibû qetilkirin hate birêxistin kirin.
 
Festîvala Dengê Arkaîk roja Înê li navenda Kurdan a Ararat bi danasîna pirtûka Nagihan Akarsel a ku wergera wê bi Îtalî hatiye kirin destpê kir. Pirtûka Nagîhan Akarsel ji aliyê endama Akademiya Jineolojiyê Claudia Pellegrino û endama Rete Kurdistan Viola Paolinelli ve hate nasandin.
 
Roja duyemîn a festîvalê li Casa Quartiere di Quarticciolo ji aliyê komîteya Jineolojî yê başûrê Fransa û başûrê Katalanyayê ve bi pêşkêşkirina atolyeyên hûnerî ve dewam kir. Atolyeyên ku hatin lidarxistin rastî eleqeyek mezin hat.
 
Êvarê jî festîval bi tevlîbûna jinên Îtalî û welatparezên Kurd dewam kir û  bernameyên çandî pêk hatin. Di bernameyên çandî de gotinên Nagihan Akarsel hatin xwendin, çîroka bi muzîk a Chiara Caruso, stranên Coro Ops! û Le Infrangibili û şanoya koma jinên ciwan yên bajarê Torino hatin pêşkêşkirin. Rojnamevan û hunermenda Kurd Bêrîvan Ayaz bi muzîka xwe ya bêhempa ya reng û dengê Kurdistaniyan tevlî festivale kir. Koroya Jineolojiyê jî stranên çanda jinê û şoreşgerî bi zaravayên cuda yên Kurdî pêşkîşî jinan kir.
 
Festîvala Dengê Arkaîk êvarê bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî!” bi dawî bû.