Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn

  • 14:24 9 Mijdar 2025
  • Rojane
 
WAN  - Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê li Erdîşê şitilên darên berûyê danîn. 
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Erdîşê ya Wanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, li qada parkê ya li Taxa Çinarli ya Erdîşê şitilên darên berûyê danîn. Di çalakiyê de pankarta “Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e" hate hilgirtin.
 
Hevşaredara Erdîşê Guler Temel di çalakiyê de got ku dara berûyê bûye sembola jinan û got: “Ji ber ku dareke bihêz e, remza jina ye. Bi rihên xwe, xwe ber dide nava axê û têkiliyeke xurt bi jiyanê re didane. Di demeke em jin ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin de bi danîna dara berûyê em jî peyama xwe ya berxwedêriya xwe didin.”
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tundiya li dijî jinan a zêde dibe bi bîr xist û got: “Hema hema her roj jin tên qetilkirin, tên windakirin û tecrîdkirin. Em jî li dijî van polîtîkayan, têkoşîna xwe mezin dikin. Hewl didin qetilkirina Rojîn Kabaîşê veşêrin. Lê em bêdeng nabin. Bi danîna her şitilê em jiyana xwe watedar dikin.”
 
Piştî axaftinan jî jinan şitilên darberûyê danîn. Çalakî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.