Rengin Ergul: Divê zextê li komîsyonê bê kirin

  • 13:23 18 Îlon 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Parêzer Rengîn Ergul, derbarê biryara Konseya Ewropayê de axivî û got: "Li gel vê zimanê acizker jî, di biryarê de balkişandina ser pêvajoyê heye. Ji ber vê yekê, divê raya giştî ya Tirkiyeyê vê biryarê wekî bingeh bigire û hem di derbarê pêvajoyê de û hem jî di derbarê komîsyonê de zextê li Tirkiyeyê bike.'
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), biryara xwe ya navberê ya têkildarî dosyaya “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. 
 
Komîteyê, di biryara xwe ya piştî Civîna Mafên Mirovan a di navbera 15-17’ê Îlonê de diyar kir ku ji bo biryarên di dosyaya “Koma Gurban” de bilez bên cîbicîkirin, di çarçoveya plana çalakiyê ya nû de ku derfeta mekanîzmaya lêkolînkirina cezayên hefsê yên muebbeda girankirî dide, hewceye guhertinên yasayî bên kirin. Komîteyê destnîşan kir ku divê Tirkiye tenê bi vê bisînor nemîne û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin jî ji bo cîbicîkirina van sererastkirinên yasayî bi kar bîne. Di biryarê de her wiha pêşniyar hate kirin ku pêşniyarqanûnên beriya niha di vê mijarê de pêşkeşî parlamentoyê hatine kirin jî bên qebûlkirin. 
 
Komîteyê, di biryara xwe de destnîşan kir ku hewceye mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî yên derfetê didin ku piştî 25 salan cezayê muebbeda girankirî bên lêkolînkirin jî, hebin. 
 
Bi domdarî di biryara komîteyê de hate diyarkirin ku Tirkiyeyê tevdîrên pêwîst û tevdîrên yasayî yên di asta tên xwestin de negirtiye û ev jî cihê xemgîniyê ye. Komîteyê, bang li rayedaran kir ku bêyî ku bêhtir vehêlin, tavilê tevdîrên pêwîst bigirin. 
 
Derbarê mijarê de parêzer Rengîn Ergul ji ajansa me re axivî.
 
Dem hatiye dayîn
 
Rengîn Ergul, bal kişand ser biryarê û got: "Em dibînin ku zimanê dîplomatîk ê komîteyê ne tund e. Di beşa yekem a biryarê de, ew xemgîniyek kûr û bangek ji bo Tirkiyeyê diyar dikin. Li şûna ku xemgîniyek kûr diyar bikin û banga xwe dubare bikin, ew dikarin hin çavdêrî û daxuyaniyan tê de bikin ku bi zelalî nelihevhatina Tirkiyeyê bi biryarê re nîşan bidin û îsbat bikin. Ew bang li Tirkiyeyê dikin û di berdewamiya vê bangawaziyê de, wan Hezîrana 2026'an wekî demek diyarkirî destnîşan kirine. Ji Tirkiyeyê tê xwestin ku ji ezmûnên welatên din ên endam ên di derbarê mekanîzmayên nirxandina cezayan de îlhamê bigire.
 
Lêbelê, heke Tirkiye di vê gavê de gav neavêje, dikaribû zimanekî tundtir lê bihata zêdekirin ku cezayên muhtemel û prosedurên nû destnîşan bikira. Ev ne tê de ne. Lêbelê, wekî ku niha ye, hat dîtin ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriyaye û ji bo vê yekê heya Hezîrana 2026an dem hatiye dayîn Tirkiyeyê."
 
'Zextê li komîsyonê bikin' 
 
Parêzer  Rengîn Ergul, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bê guman, bikaranîna peyva 'Tirkiyeya bê teror' pir xemgîn dike. Lêbelê, tevî vê zimanê acizker, tekezî li ser pêvajoyê heye. Ji ber vê yekê, wê hewcedariya avêtina gavan ji aliyê Tirkiyeyê ve di vî warî de, hem di warê pêvajoyê de, dubare kiriye. Ji ber vê yekê, raya giştî ya Tirkiyeyê, vê biryarê wekî bingeh digire, divê zextê li Tirkiyeyê bike, hem di derbarê pêvajoyê de û hem jî di derbarê komîsyonê de. Em, di nav rêxistinên Tirkiyeyê de, jî divê zextê bikin. Di dawiyê de, ji bo civîna bê ku ev kom dê were rojevê, tu bernameyek nehatiye destnîşankirin. Ji ber vê yekê, wekî rêxistinên civaka sivîl, em ê berdewam bikin ku agahdariyên 9.2 bişînin da ku piştrast bikin ku ev kom di serdema pêş de di rojevê de dimîne. Em ê berdewam bikin ku zextê li Komîsyonê bikin da ku dosyayê têxe rojevê."