Şandeya jinan bi seroka parlamentoya Fransayê re civiya

  • 11:39 18 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hevdîtina xwe de ya li gel seroka parlamentoya Fransayê û hejmareke parlamenteran de pêşdeçûnên li Sûriyeyê, girîngiya pêkanîna bendên peymana 10'ê Adarê û misogeriya mafên jinan di Sûriyeya siberojê de, nîqaş kirin. Şandeya jinan bi seroka parlamentoya Fransyê re civiya.
 
Şandeya jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne. Êvara borî şande bi seroka parlamentoya Fransayê Yael Braun-Pivet û hejmareke parlamenterên blokên çepgir ên Fransayê re civiya û bi nûnerên partiyên siyasî re wekî Partiya Kesk, hevdîtin kir.
 
Di hevdîtinan de pêşdeçûnên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Hat gotin pêwîstî bi pêkanîna bendên peymana 10'ê Adarê ya di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de heye. Di hevdîtinan de ji Fransayê hat xwestin ku ji bo pêkanîna peymanan roleke aktîf di dehfdana hikumeta veguhêz de bilîze.
 
Di hevdîtinan de girîngiyeke taybet ji bo rewşa jinên ji Sûriyeyê, nexasim ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat dayîn. Hat destnîşankirin ku pêwîstî bi misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya siberojê de û avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî ku mafên tevahî pêkhateyan û azadiya wan biparêze, heye.
 
Şandeyê îşaret bi siyaset, komkujî û sûcên li dijî hin pêkhateyên Sûriyeyê kir û wek mînak komkujiyên li dijî Elewiyên li perava Sûriyeyê û Durziyên li Siwêdayê nîşan dan. Şandeyê diyar kir ku her çareseriyeke siyasî divê edalet û wekheviyê misoger bike.
 
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.
 
Şandeyê di 6´ê Îlonê de bi fermî dest bi tûra xwe ya fermî kir, serdana hin dewletên Ewropayê kir û rêzehevdîtin bi siyasetmedar, parlamenter û jinan re pêk anîn.