Pirtûka 'Jiyana min timî şer bû' bi spanî hat weşandin

  • 11:22 18 Îlon 2025
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê û ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a bi navê 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê' bi zimanê Spanî hate weşandin.
 
Pirtûka "Toda mi vida fue una lucha (Vol. II). Años de prisión" 16'ê Îlonê hate weşandin. Pirtûka li ser salên zindanê yên Sakîne Cansiz bi zimanê Spanî hate weşandin.
 
Bergê duyemîn qala salên navbera 1979 û 1990'î dike ku Sakîne Cansiz li zindanên dewleta Tirk hatibû ragirtin. Pirtûk balê dikişîne ser kiryarên li derveyî mirovahiyê û êşkenceya piştî darbeya leşkerî ya 1980'î. Qala berxwedana li dijî êşkenceya a li Girtîgeha bi Hejmara 5 a li Amedê dike, ku bi fermandariya Esat Oktay Yildiran hate kirin.
 
Pirtûka ku ji aliyê Elsa Garcia ve hate wergerandin ji aliyê weşanxaneya Decontrol Editorial ve hate weşandin.