Endama meclîsê Mizgîn Denîz hat definkirin
- 19:42 16 Gulan 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya DEM Partiyê Mizgîn Denîz a ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da, îro bi merasîmekê hat veşartin.
Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya DEM Partiyê Mizgîn Denîz a ku di heman demê de dayika girtiya nexweş Elîf Denîz e şevê din di encama wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ajokarê wesayîtê serxweş bû.
Cenazeyê Mizgîn Denîz piştî otopsiyê ji aliyê malbat û endamên DEM Partiyê ve hat wergirtin û anîn Nisêbînê. Cenazeyê Denîz piştî merasîmên olî li Goristana Zeynel Abidîn hate veşartin.
Keça wê Elîf Denîz ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da. Ji ber ku dozgeriyê bersiv neda, nekarî beşdarî merasîmê bibe.
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz di merasîmê de axivî û diyar kir ku Mizgîn Denîz jiyana xwe ji bo têkoşîna aştî û wekheviyê feda kiriye û got, "Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wan têbikoşin. Em soz didin ku aştî, demokrasî û wekhevî wê werin ser van axan."