Sakîne Cansiz li Kongreya NADA'yê hat bibîranîn
- 16:56 16 Gulan 2025
- Rojane
SILÊMANÎ - Jinên di kongreya NADA’yê de axivîn, yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz bi bîr anîn û gotin, "Wekî ku Sakîne Cansiz got, rêya azadiyê gelekî zehmet e, lê rêya azadiyê ye. Jin li Rojava guhertin bi xwe ye."
Kongreya Koordînasyona Jinên Herêmî ya Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li Silêmanî tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de didome. Piştî komxebatê û encamên wê hatin parvekirin, rûniştina sêyemîn dest pê kir.
Di rûniştina sêyemîn de li ser mijarên "Derketina Jinê ya Siyasî ya Bi Nêrînek Hevpar - Tora Jinê ya Aştiyê", "Di Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê de Rola NADA", "Şoreşa Jinê Ji Pirsgirêkên Serdema Me re Bersiva Jinê" û "Di Rêbertiya Jinê ya Civakî û Demokrasiyê de Rêbertî" hatin pêşkêşkirin.
Şehrezad El Casêm bi sernavê “Şoreşa Jinê Ji Pirsgirêkên Serdemê re Bersiva Jinê” pêşkêşî kir. Destnîşan kir ku pergala baviksalarî nahêle jin ji hemû hêzên xwe yên afirîner sûd werbigirin û got, "Sîstema baviksalarî gelek zerar daye jinan. Piraniya van jî derûnî ne. Hebûna jinan misogeriya pêkanîna dadmendiya civakî ye. Ji ber ku jin barê civakê hildigire ser milên xwe, zêdetir xwedî fikir û ramanên derbarê wekheviyê de ne.
Jinan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe bi rêxistin kirin. Jinan ji bo mafên xwe di projeyên pêş de xwe bi rêxistin kirin. Di nava rêveberiya Sûriyeya nû de xwe bi rêxistin dikin. Ne tenê ji bo pêşxistina rewşa jinan li Rojava, ji bo avakirina civakeke demokratîk jî gav hatin avêtin. Ev ne hêsan bû; Gelek zehmetî hebûn, em tim di bin êrîşan de bûn. Hebûna jinê ji bo Îslama siyasî weke metirsî tê dîtin, lê dîsa jî jinan şoreşa jinê pêk anî. Jin li dijî van êrîşan cara yekem birêxistin bûn. Ev têkoşîn ji me re bûye mîras; jin ji dîrokê heta niha bi rêxistinên xwe şer dikin. Şoreşa jinê ya îro rastiyek e û ev rastî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rojava li dijî krîza li cîhanê dikare bibe model.
Sakîne Cansiz hat bîranîn
Sakîne Cansiz yek ji jinên şoreşger e û ez li vir wê bi bîr tînim. Heta ku jin azad nebe civak azad nabe; Ev ne dirûşlm e, felsefeya jiyanê ye û jinan ev yek îspat kiriye. Jinan di warê aborî, civakî û siyasî de gav avêtin. Jinên Rojava bingeha van in. Weke ku Sakîne Cansiz got; ‘Rêya azadiyê pir zehmet e, lê rêya azadiyê ye. "Jinên Rojava bi xwe guhertin in."
Kongre bi pirs û bersivan berdewam kir.
Kongre wê sibe di roja xwe ya sêyemîn de bi xwendina encamnayê berdewam bike.