
'Yekîtiya jinan erdnîgariyan derbas dike'
- 14:06 16 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Roja duyemîn a 1emîn Kongreya NADAyê bi komxebatan dest pê kir. Di komxebatê de, jinan ezmûn û pirsgirêkên xwe di bin 4 sernav û 4 koman de nîqaş kirin. Jinan li vir gotin:"Yekîtiya jinan erdnîgariyan derbas dike."
Kongreya Yekemîn a Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) duh li Silêmaniyê bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ destpê kir. Kongre di roja duyem de berdewame.
Roja duyemîn a kongreyê bi komxebatên bi sernavê ‘Komxebat û asoyên çareseriyê’ destpê kir. Rûniştina yekem a komxebatan bi sernavê ‘Zehmetî û derfetên di xebatên jinan de hate lidarxistin.
Di rûniştina yekem a komxebatan de, jin li çar komên cuda hatin dabeşkirin û di bin sernavên diyarkirî de li ser ezmûn û zehmetiyên xwe nîqaş kirin.
‘Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne?’ Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn, ‘Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de’ Umeyme Qutabî û Hanan Osman, ‘Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan’ Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga, ‘Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest’ jî Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo, nirxandin û birêvebirin.
Koma yekem ya komxebatê
Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn encamên nîqaşên li ser ‘Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne?’ wiha ragihandin: “Me nîqaşên xwe, ji bo ku jin bikaribin di astên herêmî û navneteweyî de karên baştir serbixînin, pêş xistine. Kongre û lêkolînên bi vî rengî pêdivî bi pêşxistina zêdetir heye. Me tekezî li ser girîngiya parastina jinan kir. Divê sûcên li dijî jinan tên kirin bêtir werin ronîkirin.”
Koma duyem a komxebatê
Umeyme Qutabî û Hanan Osman derbarê encama nîqaşên li ser ‘Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de’ wiha anîn ziman: “Jin li her herêmê; Li her derê Rojhilata Navîn û Efrîqayê şer dikin. Tişta ku me tîne gel hev têkoşîna jinane. Zêdebûna hêza Îslama siyasî pirsgirêkên li herêmê kûrtir dike. Atmosfera şer û pevçûnê zêde dibe. Zewacên zarokan, îstismar, tecawiz û şidet zêde dibin. Me bi taybetî ji Sûdanê mînak dan.
Ji bo jinan parastin mecburiyeteke. Hinek hevalên me li ser vê mijarê nirxandinên girîng kirin. Divê jin di hemû qadên jiyanê de, di warê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de cih bigirin. Me ev tişt destnîşan kirin; Her erdnîgariyek xwedî pirsgirêkên xwe yên taybete, lê hevkariyên me yên ku me nêzîkî hev dikin girîngin. Yekîtiya me sînorên erdnîgarî derbas dibe. Me jinên li Îran, Xezayê û Yemenê bi bîr anîn û li ser wan axivîn. Di komxebata me de gelek pêşniyar hatin kirin. Divê armanceke me ya hevpar hebe. Divê em li dijî cezayê darvekirinê helwestek nîşan bidin. Divê jin di qada siyasetê de hîn bêtir xuya bibin. Pêwîste kooperatîf ji bo jinan werin vekirin. Pêwîste zext li ser hikûmetan were kirin. Tê dîtin ku rêjeya beşdarbûna dibistanê, bi taybetî di nav jinên ciwan de, kêm dibe. Xwendina wan tê astengkirin. Ji bo vê yekê divê em kampanyayan lidarbixin. Her wiha tekezî li ser jin çawa dikarin xwe biparêzin taybet li deverên şer, hate kirin.”
Koma sêyem a komxebatê
Encama nîqaşên li ser ‘Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan’ ji aliyê Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga ve hate ragihandin: “Me bal kişand ser girîngiya yekîtiya jinan ya li dijî neoliberalîzmê. Neolîberalîzm rûyê nû yê kapîtalîzmêye. Her tim hewl hatiye dayîn ku jin werin kolekirin. Neolîberalîzm armanc dike ku vê yekê hîn kûrtir bike. Ev mekanîzmayek bihêz û nerme ku jinan ji hev dûr dixe. Neolîberalîzm dixwaze bi rêya laşên jinan pergala sermayeya sînor-derbasbûyî pêş bixe.
Di komxebata xwe de, me nîqaş kir ka li beramberî van hemûyan, pêwîstiya jinan bi çi heye. Jin li dijî vê sîstemê pêwîstiya wan bi yekîtiyê heye. Pêwîste em yekîtiyek sivîl û demokratîk pêş bixin. Pêwîste ku em polîtîkayên nûjen ji bo serdema nû pêş bixin û divê jin bêtir beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin. Divê cihên xebatê yên azad ji bo jinan werin afirandin. Pêwîste keda jinan a navmalê were nirxandin û ev pirsgirêkeke ku divê were çareserkirin. Karê navmalê qet nayê nîqaşkirin.”
Koma çarem a komxebatê
Encama nîqaşên li ser ‘Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest’ jî ji aliyê Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo ve hate ragihandin: “Me li ser mijara xweparastina li dijî sîstema baviksalar jî nîqaş kir. Em di atolyeyê de 29 kes bûn. Gelek jinên ji Rojava, Tirkiye, Iraq, Efganistan û Îranê beşdarî koma me bûn. Ev pir bi nirx bû. Divê em têkoşîna xwe ne tenê ji hêla îdeolojîk ve, di heman demê de ji hêla fîzîkî ve jî pêş bixin. Divê em çareseriyên pratîkî pêk bînin.
Divê mêrên ku piştgirî didin têkoşîna femînîst jî di nav têkoşînê de cih bigirin. Pêwîste hişmendiya li ser wekheviya zayendî were zêdekirin û di civakê de bicîh bibe. Em dikarin akademiyên jinan ava bikin. Pêşniyara jinên Îranî hebûn; bi taybetî hate xwestin ku bangek li dijî cezayê darvekirinê were kirin.”
Komxebat bi dawî bû. Kongre piştî nîvro wê bi panela sêyem berdewam bike. ‘Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ dê were nîqaşkirin