
Dê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bîranîn bê lidarxistin
- 11:01 12 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê ragihand ku kongreya xwe ya 12’emîn diyarî endamên damezrîner Alî Haydar Kaytan û Riza Altun kiriye.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK'ê encamnameya Kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Di encamnameyê hat diyarkirin ku PKK'ê 12'emîn Kongreya xwe di navbera 5-7'ê Gulanê de li dar xistiye û wiha hat gotin, "Em 12'emîn Kongreya xwe ya dîrokî diyarî van her du rêhevalên şehîd ên ku ji destpêkê ve di nava Tevgera me ya Azadiyê de cih girtine û heta îro bi têkoşîna xwe ya bênavber pêşengî kirine dikin."
Bîranîn dê bê lidarxistin
Hate diyarkirin ku ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun ên jiyana xwe ji dest dane dê li gelek cihan bîranîn bên lidarxistin. Li gorî bernameya ku hat ragihandin:
*Di 13-14-15’ê Gulanê de wê li Enqereyê bîranînek bê lidarxistin.
*Di 17’ê Gulanê de li Dêrsimê li ber abîdeya Seyît Riza wê bîranîn were lidarxistin.
*Di 18'ê Gulanê de li Amedê li Qada Şêx Seîd dê bîranîneke girseyî bê lidarxistin.
Li aliyê din hat ragihandin ku wê di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li gelek bajaran bîranîn bên lidarxistin. Tê payîn ku malbatên her du şoreşgeran jî beşdarî bernameya bîranînê bibin.