
Li Amedê gotûbêja ‘Di wêjeya Kurd de têkoşîna jinê’
- 20:50 12 Adar 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de gotûbêjek pêk anîn. Di bernameyê de hat diyarkirin ku divê jin xwedî li wêjeya Kurd derkevin û di vî alî de lêkolînan bikin.
Şaredariya Peyas a Amedê li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan gobûbêja bi mijara ‘Di wêjeya Kurd de têkoşîna jinan’ pêk anîn. SAziyên ziman û huermend tevli gotûbêjê bûn. Helbestkar Roza Metîna, hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray wek axaftinker tevli bûn û moderatorî jî Şukran Mizrak kir.
Ewil Roza Metîna axivî û naskirina wêjeya Zimanê Kurdî vegot. Roza Metîna diyar kir ku ger ziman tunebe wêje jî tuneye û wiha vegot: “Min xebatên xwe yên ewil di Kurdî-Derê de destpê kir. Piştre me komek helbetan ava kir û me ji vê îlham girt û koma wêjeyê ava kir. Di vê çarçoveyê de em gund bi gund tax bi tax geriyan û me çavdêriyên xwe nivîsî.”
Xebatên xwe parve kir
Roza Metîna, da zanîn ku ji bo berhemên nivîskarên di girtîgehê de bidin nasîn xebitîne û çarçoveya van xebatan de berhema ‘Antolojiya helbestên zindanan’ derxistine. Roza Metîna bi lêv kir ku wê pirtûka ji çîrokên nivîskarên jin yên girtî jî bi hevkariya çar saziyan bê derxistin. Roza Metîna bi lêv kir ku ev xebat gelek girîngin û sedema vê jî eve ku di bin şertên zehmet de tê derxistin. Roza Metîna wiha dawî lê anî: “Hêvîdarim ku ji vir şûnde jin di bin sîwaneya wêjeyê de bên gel hev û li dijî êrîşên li hembre jin û ziman xwe rêxistin bikin.”
Sultan Yaray jî diyar kir ku jinên Kurd bi stran, lorîn û çîrokên xwe tu car ji wêjeyê qût nebûne û got divê wek jin dîroka wêjeya xwe binivîsinin. Her wiha Sultan Yaray bi lêv kir ku divê jin der barê zimanê Kurdî û wêjeyê de lêkolînan bikin.
Gotûbêj bi pis û bersivan bidawî bû.