Li Westanê rengên biharê
- 09:02 14 Hezîran 2026
- Galeriya Jinê
WAN - Li Westanê bi hatina biharê re xweza bi rengan xemilî. Dest û çiyayê seranserê zivistanê di bin berfê de man, bi germbûna hewayê re ji nû ve zindî bû.
Westa ku bi peravê başûr a Gola Wanê cih digire, bi hatina biharê re xemilî. Bi hişyarbûna xwezayê re herêm bi kulîlk û keskahiyê xemilî. Dîmenên bihayê yên seranserê peravê dirêj dibe, ne tenê demsaleke, ş3inbûna ji nû ve a jiyan, hilberîn û kedê ye jî.
Li qadên ku tîrêjê rojê li ser golê dibiriqin, li kontarên çiya jî rengên keskahî dîmenên bi heybet derdixe holê. Perperokên tevli rîtma xwezayê dibin, çûk û zindiyên din tevgerê didin atmosfera biharê.
Wêne: Aycan Metin







