Jinên Îzmîrê ji bo Efrînê banga çalakiyan kirin

  • 11:19 22 Çile 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kir ku êrîşêl li ser Efrînê encma polîtîkayên dagirkerin û AKP dibêje ku ew amadekariya rejîma dîktatoriyê dike. Jinan li gel hemû astengiyan bang li hemû kesî kirin ku li dijî dagirkirina Efrînê derkevin kolanan. 
 
Êrîşên TSK'ê û OSO'yê yên hewayî û bejahî li li ser Efrînê berdewam dikin. Bi taybetî di êrîşên ku li dijî sivîlan pêktên de gelek welatiyên Efrînê jiyana xwe ji dest dan.Jinên Îzîmîrê ku êrîşên li ser Efrînê wekî sûcê mirovahiyê nirxandin, gotin ku divê hikûmet demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên şerxwaz berde û gotin ku AKP dixwaze rejîma dîktatoriyê ava bike.
 
'Em ê her li kolanan bin'
 
Ji jinên Îzmîrê Aslihan Oruçoglu diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên li ser Efrînê pêk tîne sûcê mirovahiyê dike û wiha got: "Divê ku êrîşên li ser Efrînê wekî êrîşên AKP'ê yên dagirkeriyê bên nirxandin.  Divê ku ê dî AKP dest ji van polîtîkayên xwe yên şerxwaz berde. Em jî ji bo ku rê li van polîtîkayan bigirin em ê her li qadan bin û berxwedanê bikin."
 
'Sembola Aştiyê qirêj dikin'
 
Ji Meclisên Jinan ên Îzmîrê Eylul Emek, Kilinç jî navê operasyona Tirkiyeyê ku dibêje 'şaxa zeytunê' rexne kir, got ku sebola aştiyê qirêj kirine û wiha berdewam kir: "Dixwazin ku êrîşên xwe yên hovane bi hinceta ku li wê êrîşêeke terorîst heye mafdar derbixin. Lê em vê qebûl nakin û ev derewek mezin e. Divê ku Tirkiye demlidest ji ser Efrînê vekişe." 
 
Endama Partiya  Tevgera Kedkar Sanem Denîz Kural jî bal kişand ser navê operasyonê ku wekî 'şaxa zeytunê' bi nav dikin û ev tişt got: " AKP dixwaze bi navê 'şaxa zeyetûnê' ku li opersyonê kiriye xwe mafdar derxîne. Lê ew niha amadekariya rejîmek dîktatoriyê dike û ji ber vê şer dadestpêkirin. Em vê qebûl nakin û dibêjin ku bila AKP demildest leşkerên xwe ji ser sînorên Efrînê bikişîne."