‘115 zarok tabloya zîhniyeta dibêje ‘ji carekê tiştek nabe’ ne’

  • 09:56 21 Çile 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Derket holê ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kanûnî Sultan Suleyman qeydên der barê 115 zarokên cudanî de  agahî nedaye polîs. Jinên Îzmîrê bertek nîşanê bûyerê da û diyar kir ku  115 zarok tabloya zîhniyeta ‘ji carekê tiştek nabe’ ye. 
 
Derket holê ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kanûnî Sultan Suleyman qeydên der barê 115 zarokên cudanî de  agahî nedaye polîs. Aktîvîsta Meclîsên Jinan Vefa Yildiz diyar kir ku bi parvekirinên bertekî yên li ser çapemeniyên civakî pêşî li îstîsmara zarokan nayê girtin û got: “Jin divê  ji bo her cureyê îstîsmarê derkevin kolanan. Ne tenê jin divê her kesên hestiyar derkevin kolanê.  Îstîsmara her zarokî divê wijdana kesan eciz bike.”
 
‘Em qanûnên ku îstîsmarkaran diparêze rakin’
 
Xwendekara zanîngehê Demet Çalişkan jî diyar kir ku li dijî her cureyê îstîsmarê divê jin ligel hev bin û got: “Malbat li gorî rolê zayenperest nêzî zarokên keç dibin.Qanûnên ku divê zarokan ji malbatan jî biparêzin, îstîsmara zayendî diparêze. Ewil divê qanûnên îstîsmarkaran diparêzin bên rakirin.”
 
Aktîvîsta Meclîsên Jinan Canan Kepeç jî diyar kir ku divê li dijî îstîsmara zarokan jin di her platformê de dengê xwe bilind bike û got divê her kes bûyera ku şahidiya wê bike, ragihîne ji meclîsan re.
 
Seroka Baskê Jinan a CHP’ê ya Konakê Nurten Serhadbeyî jî destnîşan kir ku îstîsmara zayendî di encama polîtîkayên AKP’ê de derketiye holê û got: “115 kes di encama gotinên wezîrê ku got ‘ji carekê tiştek nabe’ derketiye holê. Ez banga têkoşînê li hemû jinan dikim.”