Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Efrînê semîner hat lidarxistin
- 17:04 19 Kanûn 2017
- Rojane
EFRÎN - Desteya Jin a Herêma Efrînê di bin dirûşma ”Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn” ji bo zelalkirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Abdullah Ocalan semîner li dar xist.
Desteya Jin a Herêma Efrînê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin dirûşma “Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn” li navenda Şehîd Rûken a bajarê Efrînê semînerek li dar xist.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Rêveberiya Kongra star Roperî Haron hat dayîn.
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û wiha got:”Dewletên navnetewî dixwazin ku destgeftiyên gelê kurd tune bikin. Lê em wekî Gelê Kurd tu caran destûrê nadin vê yeke. "
Piştî nirxandinê sînevîzyoneke li ser rastiya Abdullah Ocalan hate pêşkêş kirin.
Di semînera ku ji aliyê Rêvebertiya Kongreya Star Hoperi Haron ve hat dayin de li ser têkoşîn û rastiya Abdullah Ocalan guftogoh hat kirin û Hoperî wiha dest bi axaftina xwe kir:"Ger ku jiyaneke rast û azad hebe, wê were jiyandin. Ji ber ku me jiyana azad bi berxwedana xwe misoger kir. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe hişt ku jin rastiya xwe nas bike û jiyaneke azad nas bike û rastiya jina azad were pênasekirin."
Semîner bi dirûşma ”Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.







