‘Yên keda wan tên mêtîngerkirin jî em in, yên dimrin jî em in’

  • 09:44 8 Kanûn 2017
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Di 16’ê Mijdarê de li Dortyola Hatayê qezaya trafîkê pêk hatibû, du karkeran jiyana xwe ji dest da, piranî jê jin 26 karker birîndar bûbûn. Jinên karkerên çandiniyê yên birîndar bûn gotin: “Yên dimrin jî em in, yên keda wan tên mêtîngerkirin jî emin.”
 
Di 16’ê Mijdarê de li Dortyola Hatayê  mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir qeza kir û Abdullah Dogan ê 63 salî û hevjîna wî Sarya Dogan a 64 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Piranî jê jin 26 karker jî birîndar bûbûn.
 
‘Em ji mirinê xilas bûn’
 
Husna Biçakçi ya karkera çandiniyê ya 15 salan in di qezayê de ji pişt, serî û çavê xwe birîndar bû û got: “ Em ji mirinê xilas bûn. Roja qeza pêk hat em sibehê saet di 03.00’ande rabûn û em li mînîbusê siwar bûn. Hejmara karkeran nêzî 32 heban bû. Em gihaştin Dortyol a Hatayê û di carekê de em qulipîn.  Dema min çavên xwe vekir her derê min diêşiya. Her kes birîndar bûbû. Dîmenek bi xof hebû.”
 
Husnayê da xuyakirin ku di 1990’an de ji Kurdistanê koçî Çukurovayê kirine û wiha pê de çû: “ Em ji ser axa me koçber kirin. Gund, xanî û xurekên me hatin şewitandin. Her roj bi ser gundê me de dihatin girtin. Bêyî sedem. Herî dawî dema xaniyê me hat şewitandin, me koç kir. Niha jî em bûne koleyên axayan.  Ji ser pişta me pereyan qezenc dikin û yevmiyeyên me nadin. 15 saetan dixebitînin lê em beramberê wê nagirin.”
 
‘Korseyên pişta xwe jî me girtin’
 
Sebîha Şenlîkdar a di qezayê de ji pişta xwe birîndar bû  destnîşan kir ku ji bo zarokên xwe bide xwendin karkeriya çandiniyê dike û got: “ Tevlî ku kar zehmet bû em neçar bûn bixebitin. Em saetê sibehê di 3’an de radibin û min zarokê xwe dihişt û ez diçûm. Di qezayê de ez jî hebûm. Pişta min şikest. Sîgorteya min tunebû. Ez bi qerta kesk derman bûm lê vê jî fêde nekir. Me korseyên xwe jî bi pereyên xwe girt. Di vê rewşê de em 50 TL pereyê dermanan didin.”
 
‘Jiyana me ewqas erzan e’
 
Fatma Çelîk jî di qezayê de ji çenge û serê xwe birîndar bûye û got: “ Ma jiyana me ewqas erzan e. Herî zêde jin mexdûr dibin. Em hem li malê hem jî di kar de dixebitin. Em bi çend saet xew radibin dixebitin. Yên dimirin jî em in yên mêtînger dibin jî em in.”