Ji welatiyê Elewî banga ‘parastina cewherî’

  • 09:03 5 Kanûn 2017
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
MELETÎ - Wêneyê Yuksel Kalin a Elewî ku li Meletiyê li taxa Cemal Gursel mala wê hat nîşankirin, gelek hat axaftin. Ji bo Yukselê hinekan got ‘ditirse’ hinekan got ‘bi fikar e’. Yuksela ku temenê wê li dijî êrîşên nîjadperest bi nobetan derbas bû, diyar dike ku ew neçarin ku parastina xwe ya cewherî bikin. 
 
Wêneyê Yuksel Kalin a Elewî ku li Meletiyê li taxa Cemal Gursel mala wê hat nîşankirin, gelek hat axaftin. Yukselê  derbarê wêne de diyar kir ku ew di wî wêneyê de natirse, ji serma diqerise. 
 
Yukselê diyar kir ku ew ji ber van êrîşan bi rewşa Tirkiyeyê gelek xemgîn dibe.
 
‘Emrê me bi nobetan derbas bû’
 
Yukselê da xuyakirin ku êrîşên li dijî Elewiyan a li Meletiyê xwe dispêre salên 1978’an û got: “ Di sala 1978’an de şaredarê Meletiyê yê demî Hamît Fendoglu hat kuştin û dîsa em Elewî berpirs hatin dîtin. Dîsa wê demê em rastî êrîşên mezin hatin. Di dema bûyerên Hamîdo de kargeriyên me, malên me hatin şewitandin, em hatin kuştin, em rastî êrîşên bi kevir hatin. Dema ez biçûk bûm dê û bavê min em kirin hundir û li derve nobet girtin. Niha ez mezin bûme, ez zarokên xwe dikim hundir derî li ser wan digirim û nobetê digirim. Îro rewşa  Elewiyan heman e. Emrê me bi nobetan derbas bû.”
 
‘Me Gurgum ji bîr nekiriye’
 
Yukselê destnîşan kir ku hemû êrîş bi plankirîne û ji salên 60’î heta salên 90’î bûye şahida bûyeran û wiha pê de çû: “ Elewî her tim hedef hatine girtin. Ji hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê em berpirs hatin dîtin û em hatin kevirkirin. Me hîna Gurgum, Sêwas, Çorum ji bîr nekiriye. Taxa me di mehekê de sê caran rastî êrîşa çekdarî hat. Beriya malên me bên nîşankirin me ji mehekê ji taxa xwe kovan berhev dikir. Li taxa me her tim ambulansek digeriya. Rojekê min da sekinandin û jê pirsî. Lê hema dûr ket. Ez li 112 geriyam û min pirsî. Lê got me ambulans neşandiye. Bêguman em ji van hemûyan polîs berpirs dibînin.”
 
Yukselê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û got divê ew parastina xwe ya cewherî pêk bînin.