Li zindana dîrokî edaleta jinekê
- 09:06 22 Mijdar 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
WAN - Li gundê girêdayî navçeya Ebexê gundê Qopikan di sedsala 18’emîn de zindana di nava keleha li gund de ji aliyê jineke êzidî ya bi navê Zerifeyê ve dihate rêvebirin. Tê gotin ku bi revebiriyeke bi edelet Zerîfê dibe sedema anîna edaletê li vê zindana ku hîna li vî gundî hebûna xwe diparêze.
Li Mezopotamyayê dîroka gelk gel û çandan bi salane hebûna xwe diparêze. Bêgûman li Mezopotamyayê şopên dîroka her gelekî hene. Li ser vê axa Kurdistanê bi sedsalan êzidî jiyan e. Gundê girêdayî navçeya Ebexê gundê Qopikan yê êzidiyan ku di sedsala 18’emîn de ji aliyê Kok Axa ve hatiye avakirin 300 sale hebûna xwe diparêze û keleha bi efsaneya xwe bi nav û deng jî li vî gundî cih digire. Gelê êzidî yê ku li vî gundî jiyaye bi xwedankirina pez re debara xwe dikir û herî zêde jî cotkarî kirine.
Mêrên sucdar bi edaleta zarîfeyê dihatin darizandin
Keleha li gund ku ji aliyê Kok Axa ve hatiye avakirin tê de zindan jî tê çêkirin. Zîndana ku ji keviran hatiye çêkirin xwedî 12 odeyan e û firehiya wê 8 metreyan pêk tê . Zîndana xwedî 12 odeyan ji aliyê keça Kok Axa ya ku xwedî bedewiyek bêhempa Zerifeyê ve hatiye rêvebirin. Zerîfê mêrên ku mafên jinan binpê dikin û li hemberî jin û zarokan binpê dikin û êrîşî wan dikin li gorî edaleta ku efrandiye ceza dike. Di nava gel de tê gotin ku edeleta di warê aborî û sîyasî di dema Zerifeyê de hatiye avakirin û ji ber vê gelê herêmê jî bi baweriya ku edalet ji aliyê jinê ve tê balavkirin dijî.
Edeleta Zerifeyê dibe destan û di nava gelên heremê de belav dibe
Di nav gundên derdorê de ji gund re dibêjin ‘Qopkana Zerîfê’ Edeleta Zerîfê di nava gel de belav dibe û di nava gel tê gotin ku di nava kurdên êzidî de Zerîf li hemû gundên derdorê edeletê belav dike û destûr nade bêmafiyê.
Sarnîca avê çiqas zêde be ewqas bac zêde didan gel
Her wiha tê gotin ku di wê demê de jî di nava kelehê de sarniceke av ê jî hebû ye û dema baran zêde dibariya ji bo girtina avê ya ji vê sarincê ji gel bac dihat stendin. Zîndana li gundê Kopika ku xwedî dîrokeke kevnar e bi tu awayî nayê parastin û terikî qedera xwe hatiye kirin. Keleha ku nayê parastin di hedefa defînegeran de ye.
budur







