
MSD’ê rol û têkoşîna jinên Kurd li zanîngeha Amerîkayê vegot
- 18:02 12 Ekim 2025
- Rojane
MSD’ê rol û têkoşîna jinên Kurd li zanîngeha Amerîkayê vegot
NAVENDA NÛÇEYAN- Îsal konferans li Zanîngeha George Mason hate lidarxistin û têde “Sûcên hovane yên li dijî jinan pêk tên û rola jinan di nava civakên xwe de” hate nîqaşkirin.
Li gorî malpera fermî ya MSD’ê Sînem Mihemed li ser navê nûnertiya MSD’ê ji aliyê rêxistina navneteweyî ve hate vexwendin. Sînem Mihemed di konferansê de rola jinan di saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisên jinan de vegot.
Sînem bal kişand ser beşdariya jinan di hemû qadên jiyana giştî û siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ezmûna Hevserokatiyê û çawaniya beşdariya jinan di biryardayînê de.
Sînem Mihemed, rola jinan di parastinê de bibîr xist û destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser roleke mezin da jinan û hêza wê ya rêveberiyê derxist pêş.
Di çarçoveya konfernasê de nûnera MSD’ê Sînem Mihemed beşdarî runiştineke nîqaşê ya li ser nêrîna civakê ya ji jinên rastî destdirêjî û binpêkirinan tên bû. Di heman danîşê de rêbaza rêgirtina li ber sûcên bi navê “Şerefê” û bûyerên xwekuştina jinan hate şîrovekirin.
Di civînê de akademisyenên ji hejmarek wîlayetên Amerîkayê beşdar bûbûn, di heman demê de nûnerên ji Afganistan, Hindistan, Pakistan û Başûrê Afrîqayê jî beşdar bûbûn.
Di nîqaşan de giranî hate dayîn ji rewşa jinan û azadiyên olî ya di herêmên şer û aloziyan de û hate gotin ku “destdirêjî” wekî alavekî şer li dijî jinan tê bikaranîn.