ROJEVA 26'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-26 09:00:00   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi modernîteya demokratîk dikarin bên çareserkirin û ewil teoriya netewa demokratîk pênase dike û li ser guherîna zîhniyetê disekine. DOSYA    *Tevgera Jinên Kurd bi ku tespîta modernîteya kapîtalîst bi binpêkirina aboriya li hember jinan "Xizanê herî xizan" an jî "Xizanî kirine jin" pênase dike, diyar dike ku divê ev bê çareserekirin. DOSYA    *Di rojên borî de rapora sê mehan a kampanya  ‘Gotina me neqedyaye em ê tundiyê bi hev re rawestandin’ bi rayagiştî re hat parvekirin. Der barê raporê de Kordînatora Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, Gunay Yakut axivî û da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de xwe gîhandine gelek jinan û gelek jinan serî li wan daye. Gunay Yakut got wê xebatên xwe li hemû qadan bidomînin. DÎMEN HEYE   *Pirsa herî bi meraq a gelekî ku bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê di nava netew-dewletan de hatine parvekirin a ji parçeyekî din ev bû, "Li ser aştî û çareseriyê çi difikirin?" Her çiqas bersiva gelê Kurd her tim “erê” be jî, di warê axaftin û pratîkên aktorên siyasî de hîn zû ye ku em bigihin bersiveke teqez.