Li Wanê meşa azadiyê 2025-02-25 14:10:19   WAN - Bi pêşengiya TJA'yê li Wanê bi dirûşma "Jin bi têkoşîna azadiyê û li dijî qeyûman dimeşin aştiyê bi rêxistin dikin" meş hat lidarxistin. Di meşê dê banga tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê hat kirin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Jin bi têkoşîna azadiyê re aştiyê birêxistin dikin û li dijî qeyûman dimeşin" li Wanê li ber Mal AVM'ê meşiyan. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, saziyên sivîl ên bajêr û bi sedan jin beşdarî meşê bûn.   Girseya gel bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Wanê", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" û bi tilîliyan meşiyan.   'Dê dawî bi heybet be'    Neslîhan Şedal di daxuyaniya xwe ya piştî meşê de diyar kir ku axa wan di bin dagirkeriyê de ye û got: "Dayikên me bi rojan e li vir tevî hemû şert û mercên nebaş ên hewayê têkoşîna xwe didomînin. Bi hezaran sal in ev sîstem bi tinehesibandina jinan hewl dide destkeftiyên xwe ji holê rake. Di pêşengiya vê sîstemê de jin ji aliyê sîstemê ve tên qetilkirin, rastî tundiyê tên guh nedane destkeftiyên wan. Çawa ku vî gelî bersiveke mezin da we komploya 15'ê Sibatê, dîsa heman bersivê dide. Em ê heta têkbîrina tecrîd bi felsefeya 'Jin Jiyan azadî' têkoşîna xwe bidomînin."     Girîngiya têkoşîna azadiyê   Halîde Turkoglu, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman ew ê negihêjin ti cihî û wiha bi lêv kir: "Li ser van xakan siyaseta qeyûman mehkûmî tinebûnê ye. Têkoşîna me ya azadiyê ya jinan qeyûman nas nake. Pirsgirêka herî mezin a li vî welatî îro dozên komployê ne. Bi van diyalogan dixwazin şaredariyan hilweşînin. Hewcedariya Rojhilata Navîn bi diyalogê heye. Birêz Abdullah Ocalan ji me re têkoşîna aştiyê pêşkeşkiriye, berpirsiyariya me ew e ku divê em xwedî derkevin.   Em ê di 8'ê Adarê de li dijî qeyûman û barîkatan têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Wanê pêk were em bang li jin û ciwanên li vî welatî dikin. Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû zextên îktîdarê bidomînin. Di mîtînga li Wanê de em ê li qadan bin. Jin jiyan azadî wê bi ser keve."   Piştî axaftinan jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin",  "Bijî berxwerdana jinên Kurd" û "Neslihan Şedal vîna me ye" ji Wanê Mallê heta avahiya DBP'ê meşiyan.