Girtî 110 roj in di çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' de ne
- 09:14 15 Adar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan bi daxwaza, "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dan destpêkirin 110 roj in dewam dike.
Greva birçûbûnê ku li girtîgehan bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê gitin ku 36 meh in tu agahî jê nayê gitin hatiye destpêkirin 110 roj in dewam dike.
Girtiyan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de di 27'ê Mijdara 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê kirin.