'Em ê aştiyê mayînde bikin û jinan bikin kirdeya pêvajoyê' 2025-04-21 09:03:12   Melek Avci   ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi banga 27’ê Sibatê re ji partiyên siyasê heta platformên jinan, seferberiya rêxistinkirina aştiyê dan destpêkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu da zanîn ku wê aştiyê mayînde bikin û jinan bikin kirdeya pêvajoyê, wê pêvajoyê bibin her malê, her taxê.   Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêvajoyê xebatek berfireh da destpêkirin û xebatên rêxistinkirina aştî û civaka demokratîk dimeşîne.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu der barê pêvajoyê, xebatan, rola jinan de axivî.   ‘Jinan bi eleqeyek mezin pêşwazî kirin’   Halîde Turkoglu der barê girîngiya rola jinan a ji bo pêvajoyê axivî û wiha got: “Bi bangê re meclîsa jinan nîqaş meşandin. Yek ji van nîqaşan siyaseta demokratîk bû. Meclîsa jinan xweset bi rêxistinên jinan ên partiyên siyasî û parlamenteran re hevdîtinan bike. Me li ser van hevdîtinên xwe pêk anîn. Rojeva me ya sereke ev bû ji ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bi jinan re zemînek hevpar bê avakirin û xebat bê meşandin. Di qada siyaseta demokratîk de jin bi têkoşînê xwe heyî bikin. Jinan bi eleqe û mereqek mezin pêşwazî dikin. Ev hevdîtin cara ewil pêk tên. Bi taybet di pêvajoyên aştî û çareseriyê de jin zêde aktîf nabin. Ji ber vê em dixwazin ev pirsgsirêk bi komîsyonek meclîsê bê çareserkirin. Ger di van komîsyonan de jin bibin kirde wê hewce bi nîqaşek hepvar bê dîtin.”   ‘Ev hevdîtin ji bo me bi nirx bûn’   Halîde Turkoglu wiha dirêjî dayê: “Hevdîtin ji ber vê girîng bûn. Divê destkeftiyên jinan çawa bên xurtkirin bê axaftin. Ji ber ev mijar civakê eleqeder dike. Çawa ku jin di şer de hedefa ewil in, divê di çareserî û aştiyê de jî jin bibin kirde. Hema hemû partî bû hevpar ku jin bibin kirdeya pêvajoyê. Fikara hemû kesî hevpar bû: Rojeva jinê esas girtin, li dijî siyaseta serdet a mêr têkoşîn meşnadin.”   ‘Pêvajoyeke ku ji meclîsa jinê gav bi gav dihûne heye’   Halîde Turkoglu balkişand ser xurtkirina polîtîkayên aştiyê ya bi destê jinan û wiha got: “Divê bê dîtin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê serbixwe nîne. Yek ji mijarên esas a din jî mijara azadiya jinê ye. Meclîsa jinan pêvajoyê gav bi gav dihûne. Me bi jinên partiyên siyasî yên meclîsê re mijar girt dest. Têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiyê, di heman demê de hûnandina xetereke avakirina civaka demokratîk jî bi xwe re tîne. Me jinan der barê pêvajoyê de der barê avakirina aştî û civaka demokratîk de rola jinan nîqaş kir. DEM Partî bi jinan re tê gel hev û ev di qada siyasî de hêzê dide.”   ‘Jin wê siyaseta demokratîk bikin meriyetê’   Halîde Turkoglu diyar kir ku der barê pêvajoyê de hîna gavek ji aliyê destihlatdariyê ve nehatiye avêtin û wiha dirêjî dayê: “Manîpulasyonek cidî mijara gotinê ye. Mirov dixwazin aştiyê biaxivin. Lê divê rola çapemeniyê ya di vir de bê axaftin. Her wiha ji ber desthilatdariyê gav navêtiye fikar jî zêde dibin. Bêguman jin jî bi fikar in. Jinên Elewî di hevdîtinan de digotin çima hîna desthilatdariyê gav navêtiye, rexne hebûn. Bêguman baweriya bi desthiladariyê mijarek cuda ye. Lê em jin çi dibe bila bie wê siyaseta aştiyê li ser vê axê bikin meriyetê. Jinên têkoşîna jinê dimeşînin bi salan e ji bo aştiyê jî têdikoşin."   Halîde Turkoglu diyar kir ku xebatên jinan wê bi van hevdîtinan bi sînor nemîne û got wê li bajaran bi platformên jinan re, nasnameyên cuda re bên gel hev û wiha domand: “Em ê bi tevgerên ked û sendîkayan, bi rêxistinên jinan re bên gel hev û qada avakirina vê bi rêxistin bikin.”   ‘Divê em dengê hev bibîhizin’   Halîde Turkoglu axaftina xwe wiha domand: “Piştevaniya jinê, rêxistibûna jinê, yekitiya jinê li ser vê axê parastina cewherî ye. Divê em dengê hev bibihîzin. Pirsgirêka Kurd ne tenê mijara jinên Kurd e. Divê hemû jin têkoşînê bidin. Ewlehiya vê mezinkirina xeta têkoşînê ye. Divê têkoşîna jinan bê dîtin. Divê piştevanî bê hûnandin. Em dixwazin di her hevdîtinê de peywirê bidin wan saziyan. Em ê bêjin me ev ji we re vegotin hûn jî ji vir şûnde pêk bînin û bimeşînin.”