Li Minbicê agirbest hat ragihandin 2024-12-11 08:54:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku li Minbicê agirbest hatiye ragihandin û wiha got: “Armanca me ew e ku em agirbestê li tevahiya xaka Sûriyeyê pêk bînin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava pêvajoyeke siyasî.”    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî Minbicê ku di bin êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de ye, daxuyanî da. Mazlum Ebdî, li ser hesabê xwe yê platforma X’ê ragihand ku li Minbicê agirbest hatiye ragihandin.    Fermandar Mazlum Ebdî ev agahî parve kir:    “Di demeke ku li bajarê Minbicê berxwedana şervanên me ji bo rawestandina berfirehkirina êrişên li rojavayê Firatê berdewam dikin de, bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan rêkeftinek agirbestê pêk hatiye. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî êrişan li ber xwe didin, dê di demeke kurt de ji herêmê vekişin."   Armanca me ew e ku em agirbestê li tevahiya xaka Sûriyeyê pêk bînin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava pêvajoyeke siyasî.”