'Gelê Rojava dê bi ser bikevin' 2024-12-10 09:03:51   AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser dijminatiya li hemberî kurdan û rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Dewletên ku bi zîhniyeta DAIŞ'ê tevdigerin dê bi destê jinan têk biçin. Kurd dê bi ser kevin û Gelên Rojava dê bi ser kevin."     Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk û hevkarên wê bênavber berdewam dikin. Li hemberî êrişan ku di van rojên dawî de zêde bûne Rêveberîya Xweser di 1'ê Kanûnê de seferberî ragihand. Ev hefteyek e ciwan û jin di nav de gelek kes tevlî seferberiye bûn. Ligel seferberiyê li gelek deverên cîhanê jî bertekên li hemberî êrişan didomin.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Bêrîvan Bahçeçi, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên çeteyên ku li herêmê pêk tê û got: "Çeteyên ku li herêmê heyî mirov nikare ji Tirkiyeyê serbixwe bigire. Dema mijar bibe Rojava û kurd dewleta tirk tu carî serbixwe tevnagere. Rojên borî Tirkiye atmosfereke pêvajoya çareseriyê afirand, lê belê ji aliyek jî em dibînin ku êrişê li Rojava dike. Di encamê de 10 sal in guhertinek pêk nehat û hişmediya dewletê ya li hemberî kurdan tu carî neguherî."   'Gelên Rojava dê bi ser kevin'   Bêrîvan Bahçecî, wiha bal kişand ser hişmendiyên ku xwe li ser hedefgirtina jinan afirandiye: "Em wek Tevgera Jinên Kurd dibêjin sedsala 21'an dê bibe sedsala jinê. Dewletên ku dijminatiya jinan dike û zîhniyetên ku wek DAIŞ'ê tevdigerin bi êrişên li hember jinan xwe diafirînin. Ji ber vê sedemê jî di destpêke de êrişê li jinan dikin. 10 sal beriya niha li Rojava û Şengalê şoreş bi pêşengiya jinan pêk hat. Ji ber vê yekê jî bêtir jin hedef tên girtin. Li Şengalê bi hezaran jin li bazarên koleyan hatin firotin. Jin niha bi rêxistinbûnê têkoşîna xwe berdewam dikin. Niha jî dîsa jin li hemberî zîhniyeta qirêj li ber xwe didin û pêşengtiyê dikin. Heke dîsa şoreşek pêk bê dê bi pêşengî û destê jinan pêk bê. Dewletên ku bi zîhniyeta HTŞ'ê û DAIŞ'ê tevdigerin dê bi destê jinan têk biçin. Kurd dê bi ser kevin û Gelên Rojava dê bi ser kevin."     'Rojava herêmek dewlemend e'   Bêrdevka Meclîsa Jinan Berîvan Bahçecî, destnîşan kir ku çete bi taybetî Rojava hedef digirin û wiha bi lêv kir: “Li Rojava xweseriyek heye. Li vir kurd rêveberiya xwe avakirine. Li vir têkoşîneke hebûnê ya kurdan heye. Ev der parçeyeke Rojhilata Navîn e û herêmeke dewlemend e. Ji ber vê sedemê dewletên heyî bi rêbaza 'parçe bike bi rêve bibe' êriş dikin. Bi destê çeteyan hewl didin ku vegerîn 10 sal beriya niha. Di guhertinên ku li tevahiya cîhanê pêk hatî de DAIŞ carek din hişmendiya xwe zindî dike. Ji xwe bi ser nakevin. Divê bê zanîn ku heke îro DAIŞ êrişê herêmê dike dê sibê êrişê welatên wan jî bike."    'Em ê li cem gelê Rojava û Şengalê bin'   Bêrîvan Bahçeci, da zanîn ku divê her kes li cem Gelê Kurd raweste û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê ku li ser erdnegariya xwe xweser dijîn divê li dijî şer û ji bo demokrasiyê dengê xwe bilind bike. Divê hemû gelên ku li ser vê erdnegariyê dijîn piştevaniya Gelê Kurd, Rojava û Şengalê bikin. Çi dibe bila bibe divê em li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku ji bo hemû mirovahiyê xetereyek mezin heye. Tevgera Jinên Kurd li ku dibe biba bibe dê têkoşîna xwe mezin bike û dê li cem Gelê Rojava û Şengalê be."