Parlamenterên Fransî: Divê rojavayê Kurdistanê were parastin 2024-12-09 13:28:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Eniya Gel a Nû ya Fransayê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek dan û ragihandin ku Rojava di vê pêvajoyê de modeleke nû pêşkêş dike û bang kirin ku divê ev pergal ji êrîşên Tirkiyeyê were parastin.   Li gel geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, girîngiya pergala ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a rojavayê Kurdistanê ve hatî avakirin, di qada navneteweyî de ji nû ve hate rojevê. Parlamenterên Eniya Gel a Nû ya Fransayê û Tevgera Fransayê ya Berxwedêr têkildarî geşedanan daxuyaniyek dan û di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser girîngiya modela ji bo pêşeroja Sûriyeyê li rojavayê Kurdistanê hatî avakirin   Di daxuyaniya bi sernavê ‘Paşeroja Sûriyeyê aîdî gelên Sûriyeyê ye’ de ev yek hatin gotin: ‘’Rejîma Esad hilweşiyaye. Tu kes ji ber vê yekê xemgîn nabe. Divê ji ber sûcên giran were darizandin...   Lê belê divê bi baldarî têkiliyên kûr yên serok û koalîsyona şervanên ku ew têk birine yên li gel El Qaîdeyê werin nirxandin. Ji ber vê yekê, divê gelê Sûriyeyê di zûtirîn dem de li ser pêşeroja xwe bisekinin. Gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna serweriya xwe, aştiya navxweyî û nûavakirina neteweyî xwedî hemû derfetan e.’’   Divê modela Rojava were parastin   Di daxuaniyê de hate gotin ku divê modela ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî avakirin, were parastin û ev yek hate gotin: ‘’Hikûmeta Rojava ya bi beşdariya gelên Kurd, Ereb, Suryanî û pêkhateyên din di vê pêvajoyê de modelekê pêşkêş dikin. Divê ev model ji gef û êrîşên dewleta Tirk were parastin.’’   Di daxuyaniyê bang hate kirin ku divê hêzên herêmî û navneteweyî destwerdana karên navxweyî yên Sûriyeyê nekin û hate ragihandin ku divê êdî di çareseriya pirsgirêkên herêmê de şer nebe rêbaza asayî.