Ji komxebata 'Şerê taybet' banga xwerêxistinkirinê 2024-12-07 16:45:50     SEMSÛR - Di komxebata "Şerê taybet" a li bajarokê Bulamê hat lidarxistin de, girîngiya rêxistinbûna li dijî polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê tê berdewamkirin, bibîrxistin.    Komxebata şerê taybet li mala Cemê yaa bajarokê Bûlam ya navçeya Semsûr Çêlikan hat lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak, Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên bajar û navçeyên Semsûrê, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) û gelek jin tevlî bûn.   Li salona ku komxebat lê hat lidarxistin pankarta "Jin jiyan azadî" hat daliqandin.   Girîngiya rêxistinê   Berîvan Bahçecî bal kişand ser komxebatên ku li dar xistine û anî ziman ku polîtîkaya şerê taybet tê çi wateyê. Berîvan Bahçecî got, "Polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê bi rengekî pir cuda tên meşandin. Li aliyê din, di warê feraseta olî de li ser Elewiyan bi rengekî cuda tên meşandin. Divê em jin bi hev re li dijî van polîtîkayan têkoşînê bidin. Jin heta ku di nava malê de azad nebe, di tu qadên jiyanê de azad nabe. Mebesta me azadiya derûnî ye, em bi rolên ku civakê fêrî me kirine, mezin bûne û zarokên xwe jî bi heman awayî mezin dikin.  Divê jin li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin."   Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet   Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku pergal dixwaze jinan bike koleyên mêr û wiha berdewam kir: "Em ê li dijî vê têbikoşin. Weke jin divê em jiyana li  me hatiye ferzkirin lêpirsîn bikin. Gulistan Doku bi salan winda ye, aqûbeta wê ne diyar e. Li welatekî ku xwedî artêşa NATO'yê ye çawa dibe ku mirovek neyê dîtin.  Sîstema hevserokatiyê bi saya jinan niha di nava partiya me de pêk hatiye. Ev 50 sal in bi polîtîkayên cuda hewl didin Kurdan bixin zindanan û qir bikin. Pergaql dixwaze jinan tune bike."    'Em li dijî koletiyê serî rakin'   Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên ku lê dixebitin û got, "Ji bo ciwan hişyar nebin, her cure polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Êrîşên li ser Rojava jî dijminatiya wan ya li hemberî gel nîşan didin. Ji ber ku li Rojava şoreşa jinê heye. Werin em li dijî koletî û pergala serdest a mêr serî rakin.   Piştre Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak axivî û diyar kir ku şaredarî her tim ji jinan re vekiriye û bi hevgirtina jinan re şaredarî wê bigihêje qonaxeke cuda.   Komxebata ku bi pirs û bersivan dewam kir, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.