Şova medyaya alîgir a ji bo reytîngê 2025-04-20 09:04:19       Roza Metîna    NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna li dijî bername û rêzefîlmên medyaya alîgir ên bandoreke neyînî li ser exlaqên civakê dikin, divê li hemû warên jiyanê belav bibe. Ev helwest divê her tim dewam bike, bi taybetî li dijî  şova medyaya alîgir a ji bo reytîngê.   Rol û misyoneke mezin a medyayê ya li ser civakê heye. Ev rol û misyon bandora xwe li ser exlaq, nirx, tevger, şêweya jiyanê û derûniya civakê dike. Gelek bername û rêzefilmên ji ser medyaya alîgir tên serwîskirin jî xwediyê bandorên bi vî rengî ne. Bi xwe re talûkeyên mezin tînin û manewiyata civakê jî ji kûr de dihejînin. Loma jî têkoşîna li dijî vê zihniyet û talûkeyê divê jêneger be. Têkoşîna li dijî  şova medyaya alîgir a ji bo reytîngê, divê li qadên jiyanê belav bibe.   Rol û misyona medyayê ya sereke ew e ku bêalî be. Ev bêalîbûn divê li ser esasên berpirsiyarên girîng be. Weşanên tên kirin divê di çarçoveyeke exlaqî de bê kirin. Divê berjewendiyên civakî derkevin pêş. Civak divê jê sûdê werbigire. Lê belê kêmasiyên medyayê gelek caran rêya îstismarê vedike û dibe sedema karesateke mezin. Dewsa medya li ser esasên parastina mafên civakê, wekhevî, aştî û pêşketina demokrasiyê bê avakirin mixabin gelek caran çewisandin û rizandina civakî bi xwe re tîne. Ev çewisandin û rizandin jî gelek caran bi bername û rêzefilmên li ser ekranên televizyonan tên weşandin, pêk tên.   Bandorên bernameyên bi roj derdikevin    Bi taybet bernameyên bi roj li ser ekranên televizyonan tên weşandin di warê neyînî de bandorekê li ser exlaqê civakê dikin. Gelek bûyerên di van bernameyan de derdikevin pêş mirov matmayî dihêlin û ev yek bandoreke cidî li ser binhişiya mirovan dike. Li vir gerek em bandorên wê yên li ser kesayet û jiyana mirovan jî ji bîr nekin. Ev bandorên mezin tundiya li ser jinan û bi taybet tundiya li ser civakê jî kûr dikin. Her wiha dibin sedema pirsgirêkên giyanî jî. Lê belê em dikarin bibêjin bûyerên di van bernameyan de derdikevin pêş herî zêde bandorê li ser zarok û kesên di dema kamilbûyinê de ne dikin. Loma jî bi taybet divê malbat di warê pêşketina kesayeta zarokên xwe de gelekî baldar bin.   Ji bo reytîngê vediguherînin şovê    Van bernameyên bi roj li ser ekranan derdikevin bi taybet ji bo reytîng zêde bibe tên weşandin. Dîzayna van bernameyan ne li gor exlaqê civakî li gor zêdebûna reytîngê tê kirin. Di van bernameyan de bûyerên derdikevin pêş, wekî şovekê tên bikaranîn. Ev jî bandoreke neyînî di heman demê de li ser derûniya temaşevanan dike. Bertekên hestiyarî yên temaşevanan diguherin. Ji bo van bandorana em bi awayekî şênber bidin nîşandan em dikarin qala bernameya bi rojê ya Esra Erol a li ser ekranên ATV'yê jî bikin.  Her wiha dîsa bernameya Muge Anli (Muge Anli ile Tatli Sert) ya li ser ekranên ATV'yê heman bandorê bi xwe re tîne. Ev elbet ji wan bernameyana du mînak in. Gelek bernameyên bi vî rengî hene. Di bernameya Esra Erol a herî dawî de mînaka têkiliya jinekê ya bi zavayê wê re bandoreke mezin li ser civakê kir. Ji bo reytîngê bûyerên bi vî rengî vediguherin şovekê û bêtir aliyê wê yê magazînî derdikeve pêş. Ev jî ji aliyê kesên ku berpirsiyarên wê bernameyê ne tê organîzekirin.   Divê medya li gor exlaqê civakê tevbigere   Bernameyên bi vî rengî bi awayekî sîstematîk bêtir ji aliyê jinan ve tên pêşkêşkirin. Ev jî ji civakê re dibe mînak. Bi taybet bandorê li ser nirxên malbatî jî dikin. Gelek caran têkiliyên malbatê li gor van bernameyan jî bi teşe dibin. Ev dibe sedema çewisandineke kesên di nava malbatê de jî. Di warê wekheviya zayenda civakî de jî xwediyê bandoreke mezin in. Çimkî rolên civakî jî di warê diyarkirina exlaqê civakê de cihekî taybet digirin. Ev yek jî pirsgirêkên di nava civakê de hîn zêde dike. Loma li dijî van bernameyana divê tedbîrên girîng bên girtin. Divê bi taybet civak li dijî vê  yekê bê hişyarkirin. Di vir de jî rola medyayê gelekî girîng e. Divê medya ne li gor berjewendî û daxwazên şexsan divê li gor berjewendî, daxwaz û exlaqê civakê tevbigere.   Medyaya hawiz tirs û bêbaweriyê belav dike    Tirs û bêbawerî du hêmanên girîng ên dûrketina ji xwe ya civakê ye. Di esasê xwe de medyaya hawiz ev herdu hêmanên girîng her tim bi kar tîne. Medyaya hawiz a tenê berjewendî û paldanka îktidara heyî diparêze, bi rêya bername, zimanê zayenperest û manîpîslasyonê civakê ji hebûna xwe dûr dixe. Bi tirs û bêbaweriya di nava civakê de ava dike, birdoziya xwe dixwaze belav bike. Ne tenê bername, rêzefîlmên bi rêya medyaya hawiz di nava civakê de belav dibin talûkeyeke herî mezin e. Bi vê talûkeyê ve girêdayî manewiyata civakê jî dike hedef. Wexta ku ev rêzefilmana dibin navenda jiyana civakê wê demê texrîbatên derûnî jî bi xwe re tîne. Guhertinên civakî jî bi vê re derdikevin pêş.   Zihniyeta rant û fersendê   Medyaya alîgir her tim bi bername û rêzefilmên xwe dixwaze qada rantê veke û vêya veguherîne fersendê. Zihniyeta rant û fersendê her tim li pêş e. Ev zihniyet dixwaze birdoziya yekperest a îktidara heyî di nava civakê de belav bibe. Her wiha gelek bûyerên di van rêzefilman de derbas dibin êdî di nava civakê de wekî ji rêzê bin tên nîşandan. Bêcezahiştina kesên di nava van bûyerana de jî mijareke dinê ya girîng e. Ev bêcezahiştin jî di nava civakê de hesasiyetê ji holê radike û bêhestiyariyeke mezin derdixe pêş. Lehengiya bi erzanî ya di nava bûyerên van rêzefilman de bi taybet zarok û ciwanan ber bi rêyeke nerast ve dibe.   Serhildana jinan a ragihandina heqîqetê   Deng û rengê jinan a li dijî vê zihniyeta ku me behs kir jî gelekî girîng e. Serhildana jinan, awaza wan a ragihandina heqîqeta rastiyê ji bo civakê hêviyeke mezin e. Çimkî medyaya hawiz bi aqilekî mêrane xwe bi rê ve dibe. Li dijî van gotinê mêrane yên wekî "Jina etekê kin li xwe kir ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin" , "Ji ber ku hez dikir kuşt" hebûn û nasnameya jinan a di qada rojnamegeriyê de tiştekî jiyanî ye. Loma rêxistinbûyin û mezinkirina têkoşîna jinan a di qada çapemeniyê de bersiveke herî xurt a li dijî kiryarên medyaya hawiz e.