Sebahat Tuncel: Ji bo azadiyê divê her kes li dijî tecrîdê derkeve
- 09:06 10 Cotmeh 2023
- Ramyarî
Habîbe Eren
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel, bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: "Tifaqa Ergenekon-AKP- MHP'ê dixwazin bê kurd têkevin sedsala 2'yemîn a Tirkiyeyê û dixwazin zagona sedsala 2'yemîn li ser înkara kurdan bidin avakirin. Ev polîtîka jî dibe sedem li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê, cihêkarî bêtir pêş bikeve. Lê em bi serhildanê dikarin aştiyê ava bikin."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Komploya navneteweyî 25 sal li pey xwe hişt û kete sala 26’an. Rêberê PKK’ê Abdullah ji roja destpêkê heta niha di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir belavî tevahiya Tirkiyeyê bû.
Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel 7 sal in girtiye. Sebahat ji Girtîgeha Sîncanê bersiv da pirsên ajansa me JINNEWS'ê.
* Yek ji sedema herî mezin a sedsaliya xitimandina pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê dîtin. Destpêka tecrîdê bi pêvajoya komployê dest pê dike. Hûn asta komployê çawa dinirxînin?
Di hilweşandina Împaratoriya Osmanî û avakirina komarê de kurd roleke girîng lîstin. Destûra Bingehîn a sala 1921'an li ser vê hevkariyê weke makezagoneke damezrîner hat avakirin. Her wiha di wê demê de pêşnûmeya otonomiyê ji bo kurdan jî li Meclîsê hat qebûlkirin. Lê belê bi Destûra Bingehîn a 1924’an, di asta makeqanûnê de polîtîkaya înkar, îmha û asîmîlasyonê ya li hemberî kurdan weke polîtîkaya bingehîn hate diyarkirin. Helbet kurdan li hemberî siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê li ber xwe da û pêvajoyeke serhildan û berxwedanê pêk hat. Ev polîtîkaya çewisandinê ya li hemberî kurdan bûye sedema kûrbûna pirsgirêkê, jiyana bi deh hezaran mirovan, koçkirina bi darê zorê, îşkence û binpêkirina mafên mirovan, şewitandina gundan, kuştinên kiryar nediyar. Li Tirkiyeyê 40 milyonî zêdetir kurd dijî û bi polîtîkayên înkarkirina ziman, bawerî, xwe birêvebirinê re rûbûrû ma. Erdnegariya kurdan kirine 4 parçe.
Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hatî de jî tê wateya meşandina siyaseta bêçareseriyê. Komplo ji aliyek kurdan bêçare dihêle, ji aliyek din jî mudaxaleya siyaseta Rojhilata Navîn e. Di sala 2010'an de mudaxaleya li Tunûsê û piştre mudaxaleya Sûriyeyê ya ku heta îro berdewam dike tê wateya destpêka mudaxaleya welatên Rojhilata Navîn e. Ev tişt vê demê destpê kir. Bi komployê hat xwestin ku di navbera kurd-tirkan de pêvçûnê derxin. Di vir de di serî de welatên NATO û Îngilîstan, Amerîka û ABD'ê heye. Birêz Ocalan gelek caran di paraznameyên xwe û hevdîtinên xwe de bal kişand ser polîtîkayên bi ewlê ya çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê.
Lêgerîna Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan û Bulent Ecevît a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bi tasfiyekirina wan re bi encam bû. Li Tirkiyeyê di qada leşkerî-siyasî de her kesê ku dixwest bi diyalog û rêyên demokratîk û aştiyane pirsgirêkê çareser bike, hat tasfiyekirin. Hêza ku bi Gladio re hevkarî kir, ku tasfiye kir, jê re digotin dewleta kûr. Îro di şexsê Recep Tayyîp Erdogan de hevkariya dewleta kûr û hikûmetê tê kirin. Vê hevkariyê pêvajoyên diyalog û muzakereyê yên bi Birêz Ocalan re û îmkanên çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê xera kir. Vê hevkariyê di pêvajoya diyalogê ya ku di navbera 2013 û 2015'an de bi Peymana Dolmabahçeyê re di qonaxa muzakereyê de pêk hat, bandorek mezin li ser zivirîna maseyê kir. Ev hevkarî veguheriye polîtîkayên kevneşopî yên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li ser hebûna çandî, siyasî û aborî ya kurdan. Tecrîda li ser ked û hewldana birêz Ocalan jî veguherî tecrîdeke mutleq.
"Tifaqa Ergenekon-AKP- MHP'ê dixwazin bê kurd têkevin sedsala 2'yemîn a Tirkiyeyê û dixwazin zagona sedsala 2'yemîn li ser înkara kurdan bidin avakirin. Ev polîtîka jî dibe sedem li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê, cihêkarî bêtir pêş bikeve. Hatin gel hevdu ya gelan a ji bo aştî û azadiyê wê siberoja Tirkiyeyê diyar bike."
*Hûn dikarin hinekî berfirehî besa tecrîd û bandorên wê bikin ?
Polîtîkaya neçareseriyê ya meseleya kurd û polîtîkaya tecrîdê ji hev ne cuda ne. Tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li pêşiya demokrasî û aştiya gelên li Tirkiyeyê dibe asteng. Tirkiye makezagon û zagonên xwe tune dihesibîne û li Îmraliyê sîstemeke taybet a hiqûqê û sîstema îşkenceyê kiriye meriyetê. Ev bêhiqûqî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Tifaqa Ergenekon-AKP- MHP'ê dixwazin bê kurd têkevin sedsala 2'yemîn a Tirkiyeyê û dixwazin zagona sedsala 2'yemîn li ser înkara kurdan bidin avakirin. Ev polîtîka jî dibe sedem li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê, cihêkarî bêtir pêş bikeve. Hatin gel hevdu ya gelan a ji bo aştî û azadiyê wê siberoja Tirkiyeyê diyar bike. Di rewşa niha de AKP û tiafaqên ava kiriye bi polîtîkayên şer Tirkiye xistiye nava qeyraneke kûrtir. Pergala hiqûqa demokratîk ji holê rabûye. Niha siyaseteke mafya û çeteyan bi bandor e. Dewlet ji dewletbûnê derketiye. Saziyên bingehîn ên dewletê bêwesf tê hiştin. Mafê siyaseteke azad tê xespkirin. Rêvberiyeke faşîst niha di meriyetê de ye. Em bi serhildanê dikarin aştiyê ava bikin. Sekinandin aştiyê nîne.
"Ewlehiya cemaweriyê, mafên demokratîk ên li ser navê pergala cemaweriyê nayên cih. Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî. Loma lidijderketina tecrîdê tenê bi Birêz Ocalan ne eleqedar e. Divê jin, ciwan, karker gelên li Tirkiyeyê ji bo siberojeke demokratîk, li dijî tecrîdê ji bo wekhevî û azadiyê li berxwe bidin."
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di nava şertên tecrîdê de paradîgmaya Azadiya Jinan a Ekolojîk, Demokratîk derxist holê û îro ev yek li cîhanê ji aliyê jin û gelan tê nîqaşkirin. Lê belê paradîgmaya Azadiya Jinan a Ekolojîk, Demokratîk çiqasî ket meriyetê ?
Polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bingeha qeyrana siyasî û aboriyê ya Tirkiyeyê ye. Ji bo jiyaneke mirovahî, tendirustiya wê baş û perwerdeyeke baş divê şert û mercên aboriyê baş be. Lê belê butçeya ji vê re bê xerckirin ji şer tê xerckirin. Di bin navê em ji bo pêdiviyên leşkerî û sanayîya parastinê xerc dikin dixwaze bê rewakirin. Lê belê ji bo aştî bê divê meseleya kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Pirsgirêk ne tenê aborî ye. Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê ji holê rabûye. Baronên hişbirê, kujerên jinan, çete li kuçeyan dest û lingên xwe kil dikin û dimeşin. Zagon li gor kesan dikeve meriyetê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan serê pirsgirêkan e.
Sîstema kapîtalîst a serdestiya mêr ne tenê ji bo jinan ji bo siberoja hemû mirovahiyê gef e. Newekhevî, tahakkuma yekem, hiyerarşî û mêtingeriya ewil li ser jinan pêş ketiye. Jêderka newekheviya civakî ev e. Loma divê mirov bi awayekî stratejîk nêzî birdoziya rizgariya jinan bibe.
"Divê êdî çalakiyên pêdiviyên serdemê tînin cih, bên kirin. Sîstema faşîst otorîter qadên jiyanê ji bo, cudahiyan, ji bo ziman, çand, gelên cuda nahêle. Li dijî polîtîkayên zilm û zextê yên vê îktidarê dikare ji bo çalakiyên girseyî rê û rêbazên cuda bên şopandin."
*Niha komplo dewam dike tecrîd jî tê xwestin di hiqûqa heyî de li ser bingeheke zagonî bê rûniştandin. Loma jî bi deh salan e hem li girtîgehan hem jî li derve ji bo tecrîd bi dawî bibe çalakî tên lidarxistin. Hûn jî bi salan e di nava siyasetê de cihê xwe digirin. Loma hûn dixwazin derbarê vê de çi bibêjin ?
Gelên li Tirkiyeyê dijîn, jin, ciwan, karker divê ji bo siberoja xwe ya demokratîk têbikoşin. Çalakî hene lê belê têrê nakin. Her serdem çalakiya xwe diafirîne. Divê êdî çalakiyên pêdiviyên serdemê tînin cih, bên kirin. Sîstema faşîst otorîter qadên jiyanê ji bo, cudahiyan, ji bo ziman, çand, gelên cuda nahêle. Li dijî polîtîkayên zilm û zextê yên vê îktidarê dikare ji bo çalakiyên girseyî rê û rêbazên cuda bên şopandin. Ger hedef bi awayekî rast bê diyarkirin û civakî bibe wê encamek bê bidestxistin.
*Piştî Jîna Emînî hat qetilkirin di serî de Îran li hemû cîhanê jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" qêriyan. Hûn dikarin bandora vê dirûşmê şîrova bikin ?
Jin jiyan azadî di nava şertên tecrîdê de sîstema îşkenceyê derbas kir û gihaşt jinan. Niha jî li Kurdistan, Îran, Tirkiye û hemû cîhanê bûye sembola azadiyê. Tenê mafdariya me têr nakê divê ev serhildana me bibe civakî. Loma jî heta em li qada polîtîkayê bi ser nekevin em nikarin li tu qadê bi ser bikevin. Ji bo birdoziya azadiya jinan li qada siyasetê xuya bibe me mesafeyeke baş derbas kir. Lê belê AKP'ê tifaq ava kir û di destpêkê de destkeftiyên jinan kir hedef.
*Di vê serdemê de polîtîkayên kapitalizm, neoliberal gelekî li pêş e. Di vê serdemê de ger paradîgmaya azadiya jinan di meriyetê keve wê ev yek çi bidin guhertin ?
Polîtîkayên kapitalist neoliberal jinan wekî hêza karê erzan dibînin. Jinan mehkûmî xebateke ne ewle dike. Sîstema kapîtalîz tu qîmetê nade jinan. Bi milyonan jin bê kar in. Her wiha li Tirkiyeyê fatureya qeyrana aboriyê ya di serdema pandemiyê de jî li jinan li kesên xizan hat birîn. Loma ji bo têkoşîna jiyana azad divê em rêxistinbûyina xwe mezin bikin.
Ji bo li Tirkiyeyê azadî û demokrasî bikeve bin ewlehiyê divê standartên demokrasiyê bên bilindkirin. Ev jî encax bi çareserkirina meseleya kurd pêkan be. Rêya çareserkirina meseleya kurd jî Îmralî ye. Divê hemû saziyên li Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin meşandin bên gel hevdu. Ger em rojeke wiha neyên gel hevdu em ê kengî werin gel hevdu?
*Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Hûn dixwazin di vê mijarê de bibêjin çi ?
Tevî ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu gef li Tirkiyeyê nayê xwarin jî Tirkiyeyê êriş kir, bi rojan e qadên jiyanê tên bombebarankirin. Kesên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Van êrişana wekî Tirkiye dibêje ne ji ber ewlehiyê ye, ji ber polîtîkayên dijminatiya kurdan e. Tirkiye kurdên li Tirkiye, Sûriye, Irak, Îranê wekî dijmin dibîne. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Hemû cîhan kurdên ku ÎŞÎD'a bûbû belaya dinyayê têk birin, li ser piyan ji wan re li çepikan dide. Tifaqa Ergenekon- AKP-MHP'ê dixwaza Şoreşa Rojava ji holê rake. Divê hemû kesên aliyê demokrasî, azadî, xwişk û biratiyê digirin divê li dijî êrişên dewleta tirk derkevin.
Em êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin, kesên jiyana xwe ji dest dane em bi rêzdarî bi bîr tînin, em ji bo wan şifayê dixwazin. Em bang li hemû kesên aştiyê diparêzin, em bang li gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin.