4'ê Kanûna 2004'an: Biryara 'Ji bo mirovatiyê şertê jinê yê kuresel' hat girtin 2024-12-04 09:01:51     Li bajarê Kigali yê Ruandayê di 4'ê Kanûna 2004'an de delegeyên 'Meşa Jinê ya Cîhanê' di 5'emîn Civîna Navneteweyî ya Meşa Jinê ya Cîhanê de hatin gel hevdu. Delegeyan biryara 'Ji bo mirovatiyê şertê jina kuresel' girtin.   Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1887: Aktivîsta serbixwe û sendîkavan Winnie Carney a Îrlandayî îro ji dayik bû.    1952: Karen Horney, yek ji pêşengên psîkolojiya femînîst, ku di 16-ê îlona 1885-an de, li nêzî Hamburga Almanya, ji dayik bû, di 4'ê Kanûna Pêşîn, 1952-an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Karen Horney Clinic, perwerde, navenda lêkolîn û dermankirinê ya erzan, hat vekirin.   2017: Bi sedhezaran cotkarên jin bi peyamên xwe piştgirî dan kampanyaya '#MeToo' yê û li dijî şîdeta li ser jinê derketin.    2018: Li Dolmabahçeya Stenbolê polîsan destdirêjî, tundî û êriş li xwendekarên keç kirin. Xwendekaran xwestin beşdarî civîna Serokwezîr û Rektoran bibin û dosyaya ku amade kiribûn radest bikin. Lê belê polîsan tundî li wan kirin. Jina ciwan a ku di dema êrîşa polîsan de ducanî bû, pitika wê ji ber çû.