Li Bornovayê bernameya 8’ê Adarê
- 17:20 5 Adar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a Bornovayêya DEM Partiyê çarçoveya 8’ê Adarê de bernameyek pêk anî. Parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk di bernameyê de axivî, balkişand ser piştevaniya jinan û got: “Em ê piştevaniya xwe bi cîhanê bidin bihistin.”
Meclîsa Jinan a Bornovayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çarçoveya 8’ê Adarê de li Navenda Çanda Bornovayê ya ÎBB’ê bername pêk anîn. Parlametera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin tevli bûn.
Di bernameyê de belgefîlma JinWar hat nîşandan. Parlamenter Burcugul Çubuk di bernameyê de axivî û balkişand ser pştevaniya jinan û got hatina gel hev a jinan gelek bi nirxe. Burcugul Çubuk daxuyakiri ku wê piştevaniya xwe mezin bikin, destên xwe bidin hev û piştevaniyê bi cîhanê bidin bihistin.







